Li Cîhanê pîrozbahiyên 8'ê Adarê

  • 15:24 9 Adar 2021
  • Cîhan
NAVENDA NÛÇEYAN -  Li cîhanê li gelek welatan jin di 8'ê Adarê de daketin qadan û gotin, "Em li dijî qirkirina jinan ku ji aliyê pergala baviksalar ve tê kirin li qadan e."
 
Bi minasebeta 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li gelek welatan jin daketin qadan daxwazên xwe berz kirin, gotin em ê destkefitiyên xwe biparêzin û têkoşîna xwe ya li dijî pergala baviksalar bidomînin. 
 
Wiyana
 
Li paytexta Awûstûrya Viyanayê, 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê bi çalakiyekê hate pîrozkirin. Bi banga rêxistinên jinan li Yppenplatzê jinan mîtîngek li dar xistin. Jin piştî axaftinan bi rengekî girseyî heta navenda jinan meşiyan.
 
Elmanya
 
 Li bajarê Nurnberg ê Elmanyayê 4 çalakî hatin lidarxistin. Di çalakiyê de hewldana ji bo radestkirina Dr. Banû Buyuk Avci ya ji bo Tirkiyeyê hate şermezarkirin. Çalakgeran ji bo nîv saetê rê li trafîkê girtin. Di çalakiyê de Îvanna Hoffmann jî hate bîranîn.
 
Li Mannheîmê jî çalakî 
 
Çalakiya 8'ê Adarê ya li bajarê Mannheîm ê Elmanyayê saet di 17:00 de li qada Mannheîm Unîversîte B Schlosê dest pê kir. Piştî meşa ku 300 kes tevlî bûn li Paradenplatzê mîtîngek hate lidarxistin. Parlamentera Dîe Lînke Gokay Akbûlût li qada mîtîngê axivî û 8'ê Adarê pîroz kir. Gokay Akbûlût destnîşan kir ku divê bi taybetî li dijî destavêtin û komkujiyên jinan ên li Tirkiyeyê têkoşîn bê meşandin û got, "Heta ku edalet pêk were divê em têkoşîna xwe dewam bikin." Nûnera TJK-E'yê jî di şexsê şehîdên Parîsê de şehîd hemû bi bîr anî. Di çarçoveya kampanya "100 sedem û 100 hezar îmzeyên ji bo darizandina dîktator" îmze hatin komkirin. Di çalakiyê de wêneyên Rosa Luxembûrg, Clara Zetkîn û Sakîne Cansiz hatin hildan, işaret bi girîngiya têkoşîna hevpar a li dijî sîstema bi serweriya mêr hate kirin.
 
Li Darmastadtê TJK -E'yê meş li dar xist
 
Li bajarê Darmstadtê yê Elmanyayê bi wesîleya 8'ê Adarê meşek hate lidarxistin. Meş ji aliyê TJK-E'yê ve hate lidarxistin û piştre mîtîngek pêk hat. Di mîtîngê de işaret bi tundiya li ser jinan a li Tirkiye û Cîhanê hate kirin. Her wiha ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê  Abdullah Ocalan bang li Neteweyên Yekbûyî hate kirin ku bi berpirsyariya xwe rabe. Di vê çarçoveyê de name ji Neteweyên Yekbûyî re hate şandin.
 
Fransa
 
Herwiha 8'ê Adarê li bajarê Bordeaûx ê Fransayê jî hate pîrozkirin. Meşa ku ji aliyê rêxistinên jinan ve bi rengekî hevkar hate lidarxistin saet di 14:00 de li Stalîngradê dest pê kir. Çalakger li gelek kolanên bajêr meşiyan û bi qîrîna dirûşman dawî li meşa xwe anîn.
 
Hollanda
 
Komîteya 8'ê Adarê ku Tevgera Jinên Kurd li Hollandayê (TJK Hollanda), Weqfa Jinên Azad a Navneteweyî, Rode Morgen, SKB, jinên Îranî, Platforma Jinan a Cîhanê û ji gelek saziyan pêk tê, pîrozbahiya li Meseûmpleînê ya li Amsterdamê li dar xistin.
 
Di pîrozbahiyê de ku jinên ji gelên cuda tevlî bûn, her rêxistinê peyama xwe da.
 
TJK Hollandayê jî li ser dikê pankarta bi nivîsa "100 sedem û 100 hezar îmzeyên ji bo darizandina dîktator" hilda û daxuyanî da. Di dawiya daxuyaniyê de ji bo avakirina konfederalîzma demokratîk bang hate kirin ku têkoşîn bê xurtkirin.
 
Îtalya
 
Di çalakiya 8'ê Adarê de ku li bajarê Mîlano yê Îtalyayê hat lidarxisitn, Komîteya Kurd a Mîlano jî tevlî bû. Di çalakiya li qada Dûomoyê saet di 18:00 de pêk hat, pirsgirêkên jinan hatin vegotin. 
 
Li Îtalyayê dirûşma "Jin jiyan azadî" hat berzkirin
 
Bi navê Komîteya Kurd a Mîlano Hazal Koyûncûer axivî û şehîda Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê Sakîne Cansiz û şoreşgerên jin ên şehîd bûn hemû bi bîr anîn. Hazal,  destnîşan kir ku li her devera faşîzmê lê heye divê jin li refên berxwedanê bin û pirsgirêkên jinan vebêjin.
 
Di mîtîngê de ku dirûşma "Jin, jiyan, azadî" hate berzkirin, posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û alên KJAR'ê hatin hildan.
 
Awusturya
 
8'ê Adarê li bajarê Graz ê Awûstûryayê jî hate pîrozkirin. Peyamên rêxistinên jinan hatin xwendin û girseya gel ji Haûptplatzê heta Grîesplatzê meşiya.
 
Belçîka
 
Li bajarên Bruksel, Lîege û Antwerpen ên Belçîkayê jî jinên kurd 8'ê Adarê pîroz kirin. Li her sê bajaran çalakî tevî rêxistinên jinan ên Ewropî hatin lidarxistin û belavokên TJK-E'yê hatin xwendin.
 
Swîsre
 
Li 6 bajarên Swîsreyê jin daketin qadan û 8'ê Adarê bi rengekî girseyî pîroz kirin.
 
8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê bi pêşengiya jinên Swîsreyî, Kurdistanî, Tiriyeyî û platformên jinên koçber li bajarên Basel, Lûzern, Lûgano, Bellînzona, Cenevre û Lozanê yên Swîsreyê hate pîrozkirin.
 
Lozanê jinên kurd mohra xwe li çalakiyê dan
 
Li bajarê Lozanê, jinên Kurdistanî bi rengê xwe tevlî pîrozbahiya 8'ê Adarê bûn. Jinên Kurd li qada çalakiyê stand danîn û ji bo girtiyên jin ê li zindanên Tirkiyeyê qert amade kirin, di çarçoveya kampanya "100 sedem û 100 hezar îmzeyên ji bo darizandina dîktator" îmze hatin komkirin. Her wiha nirxandinên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ên li ser Jineolojiyê hatin vegotin.