'Li Sûriyeyê herî kêm 12 hezar zarokî jiyana xwe ji dest dan'

  • 13:17 11 Adar 2021
  • Cîhan
 
NAVENDA NÛÇEYAN - UNICEF'ê, daxuyand ku di nava 10 salên şerê navxweyî de herî kêm 12 hezar zarokî jiyana xwe ji dest dan û birîndar bûn. 
  
Fona Alîkariya ji bo Zarokan a Neteweyên Yekbûyî  (UNICEF) daxuyand ku di nava 10 salên şerê navxweyî de herî kêm 12 hezar zarokî jiyana xwe ji dest dan û birîndar bûn. Li gor daxuyaniya UNICEF'ê şerê li Sûriyeyê ketiya sala 10'emîn û gelek zarok siberoja wan ne diyar e. Her wiha ji sedî 90 zarok pêdiviya wan bi alîkariyê hene.
 
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku tenê di sala borî de 511 zarokî jiyana xwe ji dest dane û 699 zarok jî birîndar bûne. UNICEF'ê diyar kir ku tevî pevçûn kêm bûne jî sala borî 61 dibistan, 29 nexweşxane bi êrişan rû bi rû mane. Her wiha hat gotin bobelata dayina perwerdeyê jî qewimîye. 
 
Pêdiviya zarokan ji alîkariya mirovahiyê heye
 
Di daxuyaniyê de hat gotin di nava Sûriyeyê de dora 2 milyon zarok û 750 hezar zarokên mecbûr mane birevin welatên cîran hîn nikarin biçin dibistanê û nêzî 6 milyon zarok pêdiviya zarokan ji alîkariya mirovahiyê heye.  Her wiha li gor daxuyaniyê 500 hezar zarok bi awayê kronîk nikarin baş di warê xwarinê de bên têrkirin. Malbat mecbûr dimînin ku zarokên xwe bidin xebitandin an jî di temenê biçûk de bidin zewicandin.