WHO: Her ji 3 jinan li jinekê tundî tê kirin'

  • 09:32 10 Adar 2021
  • Cîhan
 
NAVENDDA NÛÇEYAN - WHO, diyar kir ku li tevahiya cîhanê her ji 3 jinan li jinekê tudî tê kirin.
 
Rêxistina Tendirustiyê ya Cîhanê (WHO) encamên lêkolîna xwe ya ku di  navbera salên 2008 û 2018'an de li ser tundiya li jinê tê kirin parve kirin. Li gorî raporê di 10 salên dawîn de ji sedî 31 jinên temenê wan di navbera 15 û 49 de diguhere tundiya fizîkî û zayendî li wan hatiye kirin.  
 
Li gorî raporê herî zêde an mêrên bi wan re zewicîne û yan jî ji aliyê mêrên bi wan re jiyane tundî  dîtine.