Îranê jina qeyrana dil derbas kir bi dar ve kir

  • 11:01 24 Sibat 2021
  • Cîhan
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Îranê Zehra Îsmaîlî ya ku ji bo xwe biparêze mêrê pê re hatibû zewicandin kuşt û bi cezayê darvekirinê hat cezakirin, di dema ku wê cezayê wê bi hata înfazkirin de hat diyarkirin ku qeyrana dil derbars kir û jiyana xwe ji dest daye, li ser daxwaza xesûya wê dîsa jî hatiye darvekirin.   
 
Li Îranê Zehra Îsmaîlî ya ku ji bo xwe biparêze mêrê pê re hatibû zewicandin kuşt, bi cezayê darvekirinê hat cezakirin. Parêzerê Zehrayê Omîd Moradî jî diyar kir ku ji ber mêrê bi Zehrayê re hatibû zewlicandin tundî li wê û keça wê kiriye mecbûr maye ku bikuje. 
 
Li gorî nûçeya di Ajansa nûçeyan a BBC'ê hat weşandin hat diyarkirin ku parêzerê Zehrayê li ser hesabê xwe yê Faccebokê tişta li Girtîgeha Rajaî Shahr  pêk hatiye de diyar kir ku Zehrayê berî ku bi darvekirin 16 kesên ku beriya wê bi dar ve kirine pê dane temaşekirin.
 
Parêzer diyar kir ku berî dor bê Zehrayê qeyrana dil derbas kiriye û jiyana xwe ji dest daye. Lê li gel ku Zehrayê jiyana xwe ji dest daye jî ji bo ku xesiya wê kursiya bin piyê wê daf bide hatiye darvekirin.