Dê çîroka jinên şervan ên kurd bibe dîzî

  • 11:50 26 Çile 2021
  • Cîhan
NAVENDA NÛÇEYAN - Hillary Clinton û keça wê Chelsea Clinton,  ragihandin ku dê pirtûka “The Daughters of Kobani” ya çîroka jinên şervan ên kurd rave dike bikin dîzî. 
 
Li gor nûçeya Gazeta Karinca Wezîra Wezareta Karên Derve ya serdema berê ya ABD'ê Hillary Clinton û keça wê Chelsea Clinton ragihandin ku dê pirtûka “The Daughters of Kobani” (Keçên Kobanê)  ya çîroka jinên şervan ên kurd rave dike bikin dîzî. Hillary Clinton û keça wê Chelsea Clinton, mafên TV'yê yên “The Daughters of Kobani” girtin. Lê hîn bi tu tora weşanê re hevpeyman çênekirine. 
 
Pirtûka Daughters of Kobani ya ew ê di 16'ê Sibatê de ji aliyê Penguin Press ve bê çapkirin li ser roportajên ji şervanên jinên kurd ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji DAÎŞ'ê rizgar kirine hatiye girtine û her wiha li ser nûçeyên li qadan hatine çêkirine. 
 
Di pêvajoya serîhildana demdirêj de hêzên tevgera taybet a Dewletiyên Yekbûyî piştigirî dan şervanên kurd û rêz nîşanî wan da. 
 
'Em kelecaneke mezin hîs dikin'
 
Hillary da zanîn ku “The Daughters of Kobani” (Keçên Kobanê)  çîroka jinên leheng û têkoşer e û got ew kelecaneke mezin ji bo belavkirina vê çîrokê ya çar aliyên cîhanê hês dike.