Li Îranê 3 jinên aktivîst hatin girtin

  • 13:46 19 Çile 2021
  • Cîhan
NAVENDA NÛÇEYAN - Hat hînbûn ku bi hinceta li Îranê 3 jinên aktivîst di nava çalakiyên şermezarkirinên civakî de cihê xwe girtine hatin girtin û ew şandin Girtîgeha Urmiyeyê. 
 
Komeleya Mafê Mirovan a Kurdistanê ragihand ku 3 jinên aktivîst ên bi navê Ezîme Nasrî, Derya Talebanî û Esrîn Mihemed bi hinceta beşdarî çalakiyên şermezarkirinên di 8'ê Çileyê de bûne di 9'ê Çileyê de ji aliyê Muhafizên Şoreşê yên Îranê ve hatine girtin û ew birine Girtîgeha Urmiyeyê. 
 
Hat ragihandin ku agahî ji xwedenkar û welatiyên hatine binçavkirin nayê girtin.