Li Îranê balafira rêwiyan ket

  • 09:58 8 Çile 2020
  • Cîhan
NAVENDA NÛÇEYAN - Balafira rêwiyan a ji Balafirgeha Îmam Humeynî ya Îranê rabû û 180 rêwî û merettebat hildigirt, ket xwarê. 
 
Balafira rêwiyan a aîdî Ukraynayê a ji Balafirgeha Îmam Humeynî ya Îranê rabû û 180 rêwî û merettebat hildigirt, ket xwarê. Hat hînbûn ku balafira rêwiyan ji bo biçe Kieva paytexta Ukraynayê bi hewa ketiye. 
 
Serokê Departmana Xizmeta Tibî ya Lezgîn a Îranê,  Pirhuseyin Kolivand diyar kir ku agir bi balafirê ketiya û îhtimala ku kesek bi awayekî sax rizgar bibe tune ye.