Li Îranê balafira rêwiyan ket 2020-01-08 09:58:54   NAVENDA NÛÇEYAN - Balafira rêwiyan a ji Balafirgeha Îmam Humeynî ya Îranê rabû û 180 rêwî û merettebat hildigirt, ket xwarê.    Balafira rêwiyan a aîdî Ukraynayê a ji Balafirgeha Îmam Humeynî ya Îranê rabû û 180 rêwî û merettebat hildigirt, ket xwarê. Hat hînbûn ku balafira rêwiyan ji bo biçe Kieva paytexta Ukraynayê bi hewa ketiye.    Serokê Departmana Xizmeta Tibî ya Lezgîn a Îranê,  Pirhuseyin Kolivand diyar kir ku agir bi balafirê ketiya û îhtimala ku kesek bi awayekî sax rizgar bibe tune ye.