Li Hindistanê xwestin pitika nû ji dayik bûye bikujin

  • 11:00 3 Mijdar 2019
  • Cîhan
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Hindistanê kalekî xwest neviya xwe ya keç ku nû hatiye dinê bikuje û ew bi zindî binax kir. 
 
Li bajarê Haydarabad ê Hindistanê kalekî neviya xwe ya keç ku nû ji dayik bûye binax kir û hewlda bikuje. Zaroka biçûk bi alîkariya rêwiyekî ku di rê re derbas dibû, agahî da polîsan hat rizgarkriin. Kalê zarokê û hevalê wî yê ku alîkariya wî kirin ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin û zaroka hat rizgarkirin jî ji bo kontrola tendirustiyê rakirin nexweşxaneyê.
 
Li Hindistanê zarokên keç ji ber lêçûna cihaz wekî barekî zêde ku zerarê didin abgoriya malbatê tên dîtin û ji ber vê jî di demên dawîn kuştina wan zêde bûye.