Li Hindistanê xwestin pitika nû ji dayik bûye bikujin 2019-11-03 11:00:28   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Hindistanê kalekî xwest neviya xwe ya keç ku nû hatiye dinê bikuje û ew bi zindî binax kir.    Li bajarê Haydarabad ê Hindistanê kalekî neviya xwe ya keç ku nû ji dayik bûye binax kir û hewlda bikuje. Zaroka biçûk bi alîkariya rêwiyekî ku di rê re derbas dibû, agahî da polîsan hat rizgarkriin. Kalê zarokê û hevalê wî yê ku alîkariya wî kirin ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin û zaroka hat rizgarkirin jî ji bo kontrola tendirustiyê rakirin nexweşxaneyê.   Li Hindistanê zarokên keç ji ber lêçûna cihaz wekî barekî zêde ku zerarê didin abgoriya malbatê tên dîtin û ji ber vê jî di demên dawîn kuştina wan zêde bûye.