Ji bo jinan dîwana dengbêjan

  • 17:46 16 Mijdar 2023
  • Çand û Huner
ŞIRNEX - Şaredariya Silopiyayê ji bo jinan dîwana dengbêjan danî. 
 
Şaredariya Silopiyayê, di çarçoveya bernameya çand û hunerê de ji bo jinan dîwana dengbêjan danî. Hevşaredara Silopiyayê Adalet Fîdan, Meclisa Dayikên Aştiyê, aktivîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) û gelek jin tev li bernameyê bûn.
 
Ji hunermendên Ma Musîc Centerê Sarya Aktaş, Eylul Nazlier û Dengbêj Xalîde Kalkan derketin ser dikê. Jinan li ber kilaman govend gerandin.
 
Bername bi berzkirina dirûşmeya "Jin, Jiyan, Azadî" bi dawî bû.