Tulay Hatîmogûllari: Ger nan tune be edalet jî tune ye

  • 14:15 20 Îlon 2024
  • Rojane
 
EDEENE - Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari diyar kir ku karesata herî mezin a bi serî vî welatî hatî AKP ye û wiha got: “Heke nan tune be edalet nîne, heke edalet nebe nan jî tune ye. Pêdiviya me pir bi van her duyan heye.” 
 
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari di çarçoveya hevdîtinên “Nan û edaletê” de li Edeneyê çû serdana Odeya Esnafan a Kabzimallarê. Di dema serdanê de Tulayê bi esnafên hala fêkî-zebze û komîsyonvanan re civiya û li pirsgirêkên wan guhdarî kir. Esnafan, gazinên xwe yên ji lêçûnan kirin û gotin berpirsyara vê rewşê îktîdar e. Her wiha dosyayeke derheqê pirsgirêkên dijîn de amade kiribûn dan Tulayê û xwestin pirsgirêkên wan bên çareserkirin. 
  
Tulayê, jî anî ziman ku pêdiviya gel bi nan û edaletê heye û wiha got: “Di 22 salên îktîdara xwe de AKP’ê welêt xist nava xizanî û birçîtiyê. Ev îktîdar nikare birêve bibe. Gel hewarê dike. Karesata herî nebaş a bi serî vî welatî hatiye, AKP ye.” 
 
Pêşniyarên çareseriyê
 
Tulayê, destnîşan kir ku Tirkiye welatekî çandiniyê ye û axaftina xwe wiha qedand: “Lê ji ber polîtîkayên îktîdarê, em her tiştî ji derve dikirin. Çandinî tune kir û rê li birçîtî û xizaniyê vekir. Herêma Çukurovayê embara fêkî û zebzeyan e. Lê ji ber polîtîkayên xelet, cotkar êdî nedikarin hilberînin û ne jî bifiroşin. Gel, welêt terk dike. Divê em tevek hêviya ciwanan mezin bikin. têkoşîn şert e. Çareserî ew e ku rê li ber îthalatê were girtin, qadên çandiniyê bên kêlandin, lêçûn bên kêmkirin û alîkariyê bidin cotkaran. Heke nan tune be edalet jî nîne, heke edalet nebe bi rastî nan jî nabe.”
 
Tulay û şandeya pê re dê piştre jî biçin sedana karkerên atolyeya tekstîlê ya li Şakîrpaşayê.