Ji bo jinan dîwana dengbêjan 2023-11-16 17:46:55   ŞIRNEX - Şaredariya Silopiyayê ji bo jinan dîwana dengbêjan danî.    Şaredariya Silopiyayê, di çarçoveya bernameya çand û hunerê de ji bo jinan dîwana dengbêjan danî. Hevşaredara Silopiyayê Adalet Fîdan, Meclisa Dayikên Aştiyê, aktivîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) û gelek jin tev li bernameyê bûn.   Ji hunermendên Ma Musîc Centerê Sarya Aktaş, Eylul Nazlier û Dengbêj Xalîde Kalkan derketin ser dikê. Jinan li ber kilaman govend gerandin.   Bername bi berzkirina dirûşmeya "Jin, Jiyan, Azadî" bi dawî bû.