Ji Baskê Jinan a CHP’ê ji bo Narîn Guran daxuyaniya hevdem

  • 17:30 20 Îlon 2024
  • Rojane
ÎZMÎR - Baskê Jinan a CHP’ê ji bo Narîn Guran ya 8 salî ku hatibû qetilkirin daxuyaniya hevpar da û diyar kir ku berpirs bêdeng dimînin û wê şopdarê doza ku wê bê dîtin bin.
 
Baskê Jinan a Partiya Gelan a Komarê (CHP) bi daxwaza edaletê ya ji bo Narîn Guran ya 8 salî ya li gundê Çulî ya navçeya Rezan a Amedê hat qetilkirin, li bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê daxuyaniya hevdem hat dayîn. Jinan li avahiyên Partiyê daxuyanî dan û diyar kirin ku wê şopdarê doza ku bê dîtinê bin.
 
Di daxuyaniya hevpar ya hat dayîn de hat diyarkirin ku dozger û berpirsên din der barê lêpirsînê de bêdeng dimînin û gotdi du sal û nîvên dawî de bi giştî 3 hezar û 364 zarok ji ber sedemên ku dikaribûn pêşî lê bihatana girtin jiyana xwe ji dest dane. Her wiha di daxuyaniyê de hat diyarkirin ji sûcê destdirêjiya zarokan di 2023’an de 31 hezar û 216 doz hatine vekirin û yên derbasî darazê bûne jî 66 hezarin. Her wiha hat gotin li gorî daneyên TUÎK’ê di navbera 2008 û 2016’an de 104 hezar û 531 zarok winda bûne û daneyên 8 salên dawî nehatine parvekirin.
 
Di dawiya daxuyaniyê de hat daxuyandin ku qetilkirinên jin û zarokan polîtîkin û li dijî zîhniyeta ku Peymana Stenbolê rakirine û qanûna 6284 hedef girtin têdikoşin. Her wiha hat destnîşan kirin ku wê şopdarê doza Narîn Guran bin.