Doza 38 siyasetmedar jê tên darizandin hat taloqkirin

  • 14:27 20 Îlon 2024
  • Hiqûq
 
STENBOL - Danişîna doza 38 kesên endamên HDK’ê û HDP’ê ji bo temamkirina parstinan taloqî 23’yê cotmehê hat kirin. 
 
Danişîna doza 38 kesên endamên Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ku bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” tên darizandin îro jî berdewam kir. Danişîna 24’emîn a doza ku Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Ûçar jî di nav de 38 kesan li 28’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê hat lidarxistin. Hin kesên tên darizandin û parêzer di danişînê de amade bûn. Hevberdevka HDK’ê Esengul Demîr danişînê şopand. 
 
Dozger di mutalaya xwe de 35 kesan re ceza dixwaze û der barê 3 kesan de jî biryara beraetê daye. Yên tên darizandinê û parêzeran li dijî mutalayê parastinê kirin. 
 
Parêzera Hevserok Çîgdem Kiliçgun Ûçar, Zîlan Aydin diyar kir ku miwekîla wê parlamenter e û ji ber vê yekê parêzbendiya wê heye û xwest bi vê boneye dosye bê veqetandin û darizandin demildest bê sekinandin. Zîlanê xwest ku miwekîla wê bêberaetkirin. 
 
Parêzerên din jî parastina miwekîlên xwe kirin û xwestin miwekîlên wan bên beraetkirin. 
 
Şandeya dadgehê biryara xwe eşkere kir û ji bo parastinên kesên tên darizandin bê temamkirin danişînê taloqî 23’yê cotmehê kir.