5’emîn Rojên Ma Musîcê dest pê dike

  • 09:05 6 Hezîran 2023
  • Çand û Huner
 
Rojda Aydin 
 
AMED - 5’emîn Rojên Ma Musîcê ku dê sibê destpê bike, ji perwerdekara Ma Musîcê Hêlîn Kiliçarslan, têkildarî mijarê de axivî û anî ziman ku armanca wan ew e ku çand û hunera kurdî bi zarokan re bigihînin pêşerojê û bang li hemû kesî kir ku tevlî bernameyê bibin.
 
Ligel astengî, qedexe û êrişên li hemberî çand û hunera kurdî, saziyên çand û hunerê xebatên xwe didomînin. Gelek caran konserên bi kurdî ji aliyê îktîdarê ve hatin qedexekirin. Li dijî hemû astengiyan Akademiya Ma Musîcê xebatên xwe dimeşîne. Akademiya Ma Musîcê ku ser sal Rojên Ma Musîcê li dar dixe, îsal jî ya 5’emîn dê bi coşek mezin bê li dar bixin. Rojên musîcê bi dirûşmeya “Em ê zarokên vî welatî bê muzîk nehêlin” bê lidarxistin, di 7, 10 û 11’ê hezîranê de pêk bê.
 
Ji perwerdekara Ma Musîcê Hêlîn Kiliçarslan, têkildarî mijarê de axivî.
 
‘Em dev ji çand û hunera xwe bernadin’
 
Hêlîn, anî ziman ku demek dirêje li dijî çand û hunera kurdî êriş hene û berdewam dikin û got çawa ew beriya 10 sal pêşî li ber xwe dane ew ê îro jî li ber xwe bidin. Hêlîn, destnîşan kir ku 6 sal berê piştî ku qeyûm tayînê şaredariyên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) hat kirin, destpêkê de saziyên çand û hunerê hatin girtin û wiha bi lêv kir: “Lê wê demê me dîsa jî dev ji çand û hunera xwe berneda. Me got em dev ji zarok, çand û hunera xwe bernadin. Li dijî ev astengî û êrişan me dest bi xebatên xwe kir û me Ma Musîcê vekir. Em li ber xwe didin û em ê stranên xwe bibêjin. Em ê tu carî dev ji gotina stranên xwe yên kurdî bernedin.”
 
‘Em dev ji çanda xwe bernadin' 
 
Hêlîn, bal kişand li ser astengî û qedexeyên li ser konser û bernameyên xwe û daxuyand ku ew ev astengî û qedexeyan nikarin meşrû bikin û wiha pê de çû: “Armanca wan ew e ku muzîka kurdî qedexe bikin. Muzîk li ser civakê bi bandor e. Bandora mûzîkê pir mezin e. Mirovan, zarokan û civakê ber bi xwe ve dikişîne. Em bi muzîkê çanda xwe nîşan didin. Em bi muzîka xwe hebûna xwe nîşan didin. Lê em dîsa jî nasekinin. Em sed sal berê jî dev ji muzîk û çanda xwe bernedan, dê îro jî 5 sal dinê jî wisa be. Em ê bi muzîka xwe li ber xwe bidin. Çi dibe bila bibe em ê çanda xwe bidomînin.”
 
‘Zarok ji bo muzîka kurdî gav davêjin’
 
Hêlîn, destnîşan kir ku ew 5 sal berê dema Ma Musîcê vekirine û tiştek tune bûye û ew bi keda xwe saziyê avakirine. Hêlîn, diyar kir ku piştî Konservatûara Aram Tîgran hat girtin zarokan dev ji wan bernedane û ew jî wan bernedane. Hêlîn, da zanîn ku ew bi zarok û malbat Ma Musîc avakirine û wiha pê de çû: “Piştre me dest bi xebatên xwe kir û me dest bi qûrsên xwe jî kir. Bi vê yekê re me biryar da ku salê carekî ‘Rojên Muzîkê’ çêbikin. Ji ber vê yekê jî em her sal vê bernameyê li dar dixin. Em ders didin zarokan û wan perwerde dikin. Em perwerdehiya her amûrê didin zarokan. Em dixwazin zarok bên asta profesyoneliyê. Zarokên ku 5 salî li cem me dest bi perwerdehiyê kirine, niha 12 sali ye û ev yek jî me hêstiyar dike. Dema amûrê dixe gûrzî ji cendekê mirovan diçe. Ev yek tiştek pir xweş e. Em dixwazin perwerdehiyê bidin zarokan û her wiha baweriyê jî bidin wan. Divê em muzîka kurdî bigihînin cihekî û em dixwazin vê yekê bi zarokan re çêbikin. Ji ber ku ew zarok 5 salî fêrê muzîka kurdî dibin, fêrê maqama dibe û dibihîze. Bi vê awayî zarok ji bo muzîka kurdî gav davêjin. Em bi vê yekê bawerin û dê ev yek çêbibe. Em ê bi hev re tiştek hevpar çêbikin.”
 
Zarok, muzîka kurdî û pêşeroj…
 
Hêlîn, da zanîn ku ew salê carekî Rojên Ma Musîcê li dar dixin û îsal jî ya 5’emîn li dar dixin û wiha domand: “Zarokên ku hatine kîjan astê em wan derdixin ser dikê. Carna jî bi tenê kevanek dikişîne. An jî bi tenê carê amûrê lê dixe. Lê em dîsa jî ew zarokan derdixin. Ji bo ku ew bawerî bê zarokan em vê yekê dikin. Zarok bi muzîkê re vedibin. Ji ber vê yekê jî ev ji bo me gelek girîng e. Rojên Musîcê jî tiştek wisa ye. Wê rojê orkestrayek me ya rîtmên xwezayî ya bi darik, kevçî û tiştên wisa heye. Her wiha di vê bernameyê de Orkestraya Zarok Ma jî heye. Ew jî bi amûrên xwe wek koro derbikevin. Her wiha amûrjenên Ma Muzîcê jî dê derbikevin."
 
'Divê muzîka kurdî neyê jibîrkirin'
 
Hêlîn di axaftina xwe de wiha bal kişand ser bernameyê: "Bernameya me dê 7, 10 û 11’ê hezîranê de bê lidarxistin. Elbet coş û kelecanek mezin heye. Zarok bi cilên gelerî, bi zimanê xwe û muzîka xwe stranên xwe vebêjin. Bi vê yekê re dîmenên gelek xweş derdikevin holê. Xwedî derketina çand û hûnerê tê nîşandan. Armanca me ew e ku muzîka kurdî bi zarokan re bigihijînin pêşerojê. Zarok Ma ji xwe di navbera 0-5 salî de perwerde dide zarokan. Heta di zikê dayika xwe de fêr dibe. Mînakên me yên bi vê rengî jî hene. Li wê derê ser stranbêjî û dengbêjiyê perwerde didin zarokan. Ji bo muzîkê gûh gelek girîng e. Ji ber vê yekê banga me ji dayikan ew e ku muzîkên gelerî û kurdî li zarokên xwe bidin guhdar kirin. Piştî ku ji Zarok Ma’yê mezûn dibin piştre tên Ma Musîcê. Ji xwe dê ew zarokên me derbikevin ser dikê. Armanc ew e ku muzîka kurdî neyê jibîrkirin. Her wiha em dixwazin xwe bigihînin hemû cihê. Em dixwazin biçin aliyên wek Serhet, Botan, Ewropa û gelek cihên dinê. Em ê destûrê nedin ku ev çand, stran, hûner û ziman biqede.”
 
‘Em banga tevlîbûnê dikin' 
 
Hêlîn, dawiya axaftina xwe de wiha bang li hemû kesî kir: “Ev du hefteye Ma Musîc tijî tijî ye. Li her derê xebatek heye. Zarok pir bi motîvene. Em bi kelecanekî benda rojên muzîkê ne. Ji ber ku zarok bi amûr û stranên xwe derbikevin ser dikê kêfxweşiyek mezin dide me. Em benda hemû kesî ne. Werin em bi hev re muzîka kurdî guhdar bikin.”
 
Bernameya 5’emîn Rojên Ma Mûsîcê wiha ye:
 
7’ê hezîranê
 
* Dîwanên Xwendekaran
 
* Dîwana Piyanojen, Tembûrjen û Kemanjenan
 
* Cî: Ma Mûzîk
 
 Saet:19.00
 
 10’ê hezîranê
 
* Dîwanên Xwendekaran
 
* Dîwana Piyanojen, Sentûrjen û Sêtêljenan
 
* Cî: Sahneya Servekirî ya Zarok Ma’yê- Baxçeyê Zarok Ma’yê
 
Saet:18.30
 
 11’ê hezîranê
 
* Konsera Piyanojenan
 
* Konsera Koma Zarokên Ma’yê
 
* Konsera Orkestraya Rîtmên Xwezayî    
 
Saet: 18.30