Li Qamişloyê Pêşangeha Şêwekariyê dest pê kir

  • 15:10 28 Gulan 2023
  • Çand û Huner
 
NAVENDA NÛEÇEYAN - Li Qamişloyê, Pêşangeha Şêwekariyê ya 8'emîn bi tevlêbûneke mezin a şêwekaran dest pê kir.
 
Li navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya bajarê Qamişloyê, Pêşangeha Şêwekariyê ya 8'emîn bi tevlêbûneke mezin a şêwekaran dest pê kir. Çalakiya pêşangehê di çarçoveya Komxebata Rojava ya Hunera Şêwekariyê ya 4'emîn de pêk tê ku ji 20 heta 25'ê Gulanê ve bi sempozumê li bajarê Kobanê hatibû lidarxistin.
 
Pêşangeh bi dirûşma "Bi hev re em hunerê bikin buhara dilan'' ji aliyê Desteya Çand û Hunerê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve û bi hevkariya Desteya Çandê ya Herêma Cizîrê hatiye organîzekirin. Di pêşangehê de 109 tablo hatine pêşandan ku ji aliyê zêdekirî 100 şêwekarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve hatine xêzkirin. Mijarên tabloyê girêdayî şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, cangoriyan, karên jinên li gundan, êş û azarên şer û berxwedana jinan. Di nav de wêneya şehîd Yûsfi Gulo jî heye.
 
Bi navê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Gabrîel Şamûn di merasîmê vekirina pêşangehê de axivî û got, pêşxistin û destekdayîna qada hunerê yek ji armancên pêşîn ên Rêveberiya Xweser e.
 
Şêwekara bi navê Şêrîn Elo yek ji zêdekirî 50 şêwekarên jin e ku bi hunera xwe beşdarî pêşangehê bûye, ji ajansa me re axivî. Şêrîn got, beşdarbûna jinan di çalakiyên hunerî de pêş dikeve û berfireh dibe. Her wiha anî ziman ku armanc ji vê çalakiyê ew e ku bi rîşa xwe hizên xwe îfade bikin û kêliyên girîng ên vê pêvajoyê belge bikin.
 
Pêşangeh wê wê rojan dewam bike û ji saet 10:00 heta saet 20:00'an vekirî be. Pêşangeh dê 30'yê Gulanê bi şahiyekê bi dawî bibe.