Li Silopiyayê kargeha zarokan bi coşek mezin hat lidarxistin

  • 08:48 9 Cotmeh 2022
  • Çand û Huner
 
ŞIRNEX - Şaredariya Silopiyayê di çarçoveya xebatên xwe yên Mîhrîcana Şano û Zarokan de kargeha zarokan li dar xist. Zarokan bal û eleqeyek mezin nîşanî kargehê dan.
 
Şaredariya Silopiyayê di çarçoveya xebatên xwe yên Mîhrîcana Şano û Zarokan de li parka Newrozê ya taxa Yenîşehîrê yê Silopiyayê kargeha zarokan li dar xist. Hevseroka Şaredariya Silopiyayê Adalet Fîdan, Koma Ma Mûzîk û gelek zarok beşdarî kargehê bûn.
 
Kargeh bi bernameyên wek gotina stran, ritim, boyaxkirinê hat lidarxistin. Zarokan bal û eleqeyek mezin nîşanî kargehê dan.