Li Silopiyayê kargeha zarokan bi coşek mezin hat lidarxistin 2022-10-09 08:48:17     ŞIRNEX - Şaredariya Silopiyayê di çarçoveya xebatên xwe yên Mîhrîcana Şano û Zarokan de kargeha zarokan li dar xist. Zarokan bal û eleqeyek mezin nîşanî kargehê dan.   Şaredariya Silopiyayê di çarçoveya xebatên xwe yên Mîhrîcana Şano û Zarokan de li parka Newrozê ya taxa Yenîşehîrê yê Silopiyayê kargeha zarokan li dar xist. Hevseroka Şaredariya Silopiyayê Adalet Fîdan, Koma Ma Mûzîk û gelek zarok beşdarî kargehê bûn.   Kargeh bi bernameyên wek gotina stran, ritim, boyaxkirinê hat lidarxistin. Zarokan bal û eleqeyek mezin nîşanî kargehê dan.