Kovara Jineolojiyê bi dosyaya 'mêtingerî' derket

  • 14:52 28 Hezîran 2022
  • Çand û Huner
NAVENDA NÛÇEYAN - Hejmara 25'emîn a Kovara jinê ya zanistê Jineolojî bi dosyaya "mêtingerî" derket.
 
Hejmara 25'emîn a Kovara jinê ya zanistê Jineolojî bi dosyaya "mêtingerî" derket. Hejmara meha nîsan-gulan-hezîranê ya Jineolojiyê ya ji sê mehan carekê tê weşandin, derket. 
 
Di hejmara kovarê de li ser mijarên pêvajoyên dîrokî-civakî yên mêtingeriyê çawa hatine avakirin û niha bi çi rê û rêbazê li ser piyan dimîne hat sekinandin. Her wiha behsa pêvajoya herêm çawa di bin mêtingeriyê de hatiye hiştin tê kirin.