Kovara Jineolojiyê bi dosyaya 'mêtingerî' derket 2022-06-28 14:52:57   NAVENDA NÛÇEYAN - Hejmara 25'emîn a Kovara jinê ya zanistê Jineolojî bi dosyaya "mêtingerî" derket.   Hejmara 25'emîn a Kovara jinê ya zanistê Jineolojî bi dosyaya "mêtingerî" derket. Hejmara meha nîsan-gulan-hezîranê ya Jineolojiyê ya ji sê mehan carekê tê weşandin, derket.    Di hejmara kovarê de li ser mijarên pêvajoyên dîrokî-civakî yên mêtingeriyê çawa hatine avakirin û niha bi çi rê û rêbazê li ser piyan dimîne hat sekinandin. Her wiha behsa pêvajoya herêm çawa di bin mêtingeriyê de hatiye hiştin tê kirin.