Di şaredariya Misircê de wê pergala fermuarê pêk bê

  • 09:03 22 Tîrmeh 2024
  • Rojane
Şehrîban Aslan
 
SÊRT - Hevşaredara Misircê Sadiye Aktîn da zanîn ku tevî hemû bê derfetiyan ji gel re hewl didin xizmetê bikin û got di pêvajoya îstîhdamê ya şaredariyê de wê 25 karkeran bigirin û di vê girtinê de jî wê pergala fermuarê pêk bînin.
 
Li Kurdistanê wek gelek şaredariyan ya Misirc a Sêrtê jî ji qeyûman hat xilaskirin. Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) şaredarî qezenc kir û hevşaredarên hatin ser peywirê diyar kirin ku qeyûm 165 mîlyon û 54 hzar û 607,84 TL deyn hiştiye. Hevşaredaran wek hemû şaredariyên din, tevî deyn û bêderfetiyan ji gel re xizmeta xwe didomînin.
 
Hevşaredara Misircê Sadiye Aktîn, ji ajansa me JINNES'ê re axivî û da zanîn ku li navçeyê qeyûm tu xizmet nekiriye.
 
‘Tehemula wan ji navê jinê re jî tuneye’
 
Sadiyeyê destnîşan kir ku wek hemû şaredariyan wan jî kavilek dewr girtine û ji bo gel tu tiştek nehatiye kirin. Şadiyeyê wiha dirêjî dayê: “Derbarê hewcedariyên gel de tu tiştek nehatiye kirin. Ne rê, ne av, ne veguhestin, ne tesîsên civakî, ne jî der barê zarokan tu tiştek nehatiye kirin. Li ser navê jinê jî tiştek nehatiye kirin. Parka Jinan a Berfîn hebû. Navê wê jî guhertine kirine Bariş Manço Parki. Tehemula wan ji navê jinan re jî tuneye. Em hewl didin kavilê sererast bikin. Çi ji destê me bê em bikin. Di serî de jî ji bo jinan. Lê derfet nedane jinan. Niha li Şaredariya Misircê du xebatkarên jin hene. Di civîna ewil de jin tunebûn. Vê bandorek mezin li ser min kir. Em hewl didin bi hevalên jin re vê berhev bikin.”
 
‘Em hewl didin daxwazan bînin cih’
 
Sadiyeyê got di bin navê tedbîrên tasarufê de pêşiya şaedariyan hatine girtin û wiha pê de çû: “Em li gorî van tedbîran tevbigerin em nikarin tiştekî bikin. Em ê tenê li vir runinin û çay û kahweyan îkram bikin. Lê ji destê me çi bê em ê bikin. Dema em nû hatin park û baxçe pir xerab bûn. Ji ber sezona havînê vebû, me ewil ji wan deran dest pê kir. Me ji bo zarokan qadên parqê çêkirin. Gel ji daxwaz kir me jî li gorî derfetan ew çêkirin. Bêguman em nikarin her tiştî carekê de rast bikin. Em ê nava demê de bikin.”
 
‘Em firina nanê gel vedikin’
 
Sadiyeyê bi lêv kir ku wê firina nanê gel vebikin û wiha nirxandina xwe berdewam kir: “Di vê mijarê de daxwazeke gel a zêde heye. Bihayên nan pir zêde.  Girtina nanekê belkî zêde bandor nake lê malbatên zêde nan digirin ji bin bihayan ranabin. Em fikirîn û me biryarek wisa da. Em ê pêvajoya pêş de firinê vebikin. Yek ji daxwaza jinan a herî mezin mala şînê ya jinan e. Jin di vî alî de zehmetiyan dikşînin. Pêvajoya pêş de em ê vebikin. Dîsa di nokteya otobusên şaredariyê de zehmetî tên kişandin. Em ê mehekê şûnde du otobusên şaredariyê yên nav bajar bikin xizmetê.”
 
‘Jin ji bo kar serlêdanê dikin’
 
Sadiyeyê destnîşan kir ku li Misircê feodalbûn serdeste, nêrîna ku jin nikare bixebitin heye. Sadiyeyê di vê mijarê de jî ha anî ziman: “Jinan ewil ne ji bo xwe ji bo xizmên xwe kar xwestin. Niha em wek şaredarî divê 25 karkerî bigirin. Dema girtina van karkeran de jî em ê li wekheviya jin û mêr binêrin, em ê pergala fermuarê pêk bînin. Çi ji destê me bê em ê bikin. Ji qeyûman pir zêde deyn maye. Ji SGK’yan bigirin ji her tiştî deyn hiştine. Deyn nehatine dayîn. Xizmetek nehatiye kirin. Rê, binesazî gelek xerabin. Ji roja em hatine em ji bo avê têdikoşin. Em hewl didin çareseriyek mayîn de bibînin. Tevî hemû  bê derfetiyan em xebatên xwe dimeşînin.”