'Ne kuçik, gumanbarên jin û zarokan ji bo kolanê bi xeter in'

  • 09:02 15 Tîrmeh 2024
  • Rojane
 
Rozerîn Gultekîn
 
STENBOL - Endamên Însiyatîfa Ji bo Jiyanê Qanûn, derbarê pêşnûme qanûna derbarê seyên kolanan de ku tê xwestin di bin navê ‘otenazî’ de bên qetilkirin axivîn û diyar kirin ku ne kuçik gumanbarên jin, zarok, sewalan ji bo kolanê ne bi xeter in. 
 
Bertekên li dijî pêşnûme qanûna ji bo kuçikên kolanan yên bin navê "razandinê" de wê bên qetilkirin didome. Tê payîn ku pêşnûme rojên pêş de bê Komîsyoan Çandiniyê ya Meclîsê. Ger ku ev pêşnûme bê qebûlkirin wê 30 rojî de kuçikên ku kes xwedî lê dernekeve wê bên ‘"razandin", "otenazîkirin" ango qetilkirin. 
 
Endamên Însiyatîfa Ji bo Jiyanê Qanûn der barê pêşnûmeyê de axivîn.
 
‘Hûn parlamenter wê bibin kujer’
 
Endama Însiyatîfê Oyku Yagci got ewlehiya kolanan bi qetilkirina kuçikan nabe û got: “Bi cezakirina gumanbarên jin, arok û sewalan dikare ewlehiya kolanan bê girtin. Nikarin kuçikan wek pisgirêk bibînin. Pisgirêka esas polîtîkayên dijminê jin û sewalan e.  Em li dijî vê li qadê ne. Em ji bo parastina sewalên kolanê li vir in. Divê ev pêşnûme bê kişandin. Berovajî wê wê parlamenter bibin kujer. Tiştên tên jiyîn encama feraseta yekparêze. Me di berxwedana xwe de dît ku gel dixwazin bi sewalan re bijîn. Îro dibêjin kuçik wê sibê bêjin pisîk. Çareserî, nezayokkirin, aşî û jiyanikrine. Divê li gorî xala 6’an a sewalan qanûna medenî tevbigerin.”
 
‘Kolan bi sewalan xweş in’
 
Endama însiyatîfê Ebru Elgoç jî daxuyakirin ku qanûna parastina sewalan a hejmar 5190 di 2004’an de derketiye lê 20 sale pêk nayê. Ebruyê wiha dirêjî dayê: “Di qanûnê de dibêje kisir bike, aşî bike û bide jiyîn. Qaşû şardariyan wê xebatên xwedîderketina li sewalan bikira û qaşo wê wezareta çandê ev kontrol bikira. 20 sal e tiştek nehatiye kirin. Kolan bi sewalan xweş in. Li dijî tecrîd û qanûna komkujiyê denga na bikar bînin.”