Kuştinên jinan di bin navê ‘namûsê’ de tên rewakirin

  • 09:03 6 Tîrmeh 2024
  • Rojane
 
WAN - Di ‘Turnuvaya futbolê ya Gulistan Doku’ ku meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê tîne de jinan der barê qetilkirinên jinan ku her roj zêde dibin de ji mîkrofonên me re axivîn. Endama meclîsa şaredariya Tuşbayê Mulkes Avras der barê qetilkirinên jinan ên her diçin zêde dibin de axivî û got: “Qetilkirinên jinan di bin navê ‘namûsê’ de tê rewakirin. Li gorî me ne tenê jin mirina tu zindiyî nikare bê rewakirin.”
 
Li Tirkiye û Kurdistanê qetilkirina jinan her diçe zêde dibe, ligel vê mirinên biguman jî roj bi roj zêde dibin. Li gorî çeteleya ajansa me ya meha hezîranê herî kêm 34 jin hatine qetilkirin û 20 jî biguman jiyana xwe ji dest dane. Polîtîkayên bêcezahiştinê dibe sedema zêdebûna qetilkirina jinan. Piranî qetilkirin ji aliyê mêrên ku pê re di asta destberdanê de ne an jî dest jê berdane ve pêk tê. Ligel vê tundiya leşker û polisan jî heye. Yek ji vê mînakê Gulistan Doku ye. Gulistan di 5’ê Çileyê 2020’î de winda bû û carek din agahî jê nehat girtin. Ev 4 sal in pirsa ‘Gulistan Doku li ku derê ye?’ tê pirsîn.
 
Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê turnuvaya Futbolê da destpêkirin û navê Gulistan Doku lê kirin. Jinên tevli turnuvayê bûn der barê zêdebûna qetilkirinên jinan de axivîn.
 
‘Mirina tu zindiyî ne rewa ye’
 
Endama Meclîsa Şaedariya Tuşbayê Mulkes Avras got di şexsê Gulistan Doku de, ji bo jinên hatine qetilkirin di vê turnuvayê de ne û got tevî 4 sal in Gulistan Doku windaye hîna aqûbeta wê nayê zanîn û dewlet ji bo vê tu gavê navêje. Mulkesê wiha anî ziman: “Der barê aqûbeta Gulistanê de hîna tu agahiyeke ku dilê me jinan rehet bike nehatiye dayîn. Di rojên borî de di hefteyekê de 8 jin hatin qetilkirin. Ligel vê ev jin ji aliyê mêrên nêzî xwe ve hevjîn hevalên pê re dijîn ve hatine qetilkirin. Di bin navê namûsê de jin tên qetilkirin û rewakirin. Lê qetilkirina tu zindiyî ne rewa ye û nikare bê rewakirin.”
 
‘Hejmara jinên tên qetilkirin roj bi roj zêde dibe’
 
Mulkesê peyama ‘em xwe rêxistin bikin, mezin bikin û bibin yek’ da jinan û wiha dawî lê anî: “Tevî ku ev hejmar her diçe zêde dibe dewlet tu tiştekî nake. Dewlet ji bo jin xwe ewle hîs bikin, ceza li gumanbaran bê birîn tu tiştekî nake. Tu gavê navêje. Ji ber vê hejmara jinên tên qetilkirin roj bi roj zêde dibe. Ya girîng zêdetir rêxistinbûn e, yekîtî ye. Ji bo em bibin dengê hevalên xwe yên hatine qetilkirin em di bin banê turnuvaya futbolê de hatine gel hev.”
 
‘Ji bo Gulistan Doku çi hat kirin?’
 
Endama Meclisa Şaredariya Tuşbayê Leyla Çelîk jî destnîşan kir ku di vê turnuvayê de der barê rewşa Gulistan Doku de xwestine hişmendiyekê biafirînin û wiha pê de çû: “Gulistan Doku li ku ye, çi bi Gulistanê hat kirin, di lêpirsînê de çiqas pêşketin çêbûye? Di demên dawî de tundiya li ser jinan pir zêde bûye. Em dema dibêjin tundî em tenê behsa tundiya fîzîkî nakin. Em behsa psîkolojîk, mobîng, jiyana xebatê, qada jiyana malê  dikin. Jin li her derê tundiyê dibînin. Divê li dijî van êrîşan û vê tundiya li ser jinê, ji her demê wêdetir rêxistinbûn hebe.  Jin wê tu carê tenê nemînin. Divê em di vî alî de xwe rêxistin bikin. Ji bo yekîtiyê divê jin piştgiriyê bidin hev û xwe rêxistin bikin.”