Ji ber madeya 6284'an di pakêta darazê de tune ye bila kêfa me neyê…

  • 09:02 6 Tîrmeh 2024
  • Rojane
 
Melek Avci
 
ENQERE - Di 9’emîn pakêta darazê ya hat meclîsê de mafê paşnavê jinan nehat naskirin û maddeya 6284'an di vê pakêtê de cih negirt. 
 
Endama EŞÎK’ê Ozgul Kapdan da zanîn ku biryara ji bo jinan hatiye dayîn hukma wê tune ye û ji ber qanûna 6284'an jî di pakêtê de tune ye divê em hema wisa kêfxweş nebin. Ozgulê anî ziman ku desthilatdariyê bi polîtîkayên xwe hewl daye bandorê li 81 bajarî bike.
 
9’emîn pakêta darazê ya AKP’ê amade kiribû pêşkêşî serokatiya meclîsê hat kirin. Pakêt ji 38 alî pêk tê, sîxurtiya bi bandor a rê li bertekan vekir cih negirt. Li gorî pêşnûmeya mijara gotinê li gorî sererastkirina wê di qanûna ‘paşnavê jinan’ ya di xala 187’emîn a Qanûna Medenî ya Tirk a hejmara 721’ê de cih digire, tevî biryara DDB’ê jin piştî bizewicin wê nikaribin tenê paşnavê xwe bi kar bînin. 
 
Der barê mijarê de Endama Platforma Ji bo Jinan Wekhevî (EŞÎK) Ozgul Kapdan nirxandin kir.
 
Ozgulê da zanîn ku jin 30 sal in ji bo mafê paşnav têdikoşin û ev der barê mafê şexsî yên jinan de ye û wiha pê de çû: “Hêvîdar im em 30 salên din jî ji bo vê têkoşînê nedin. Ev mafê şexsî yên jinan e. Parçeyek nasnameya me ye. Dema paşnavê mêr bê girtin ev li dijî wekheviyê ye. Ev bi awayekî aşkera newekhevî ye. Mijara zarokan hincet e. Di vir de tiştekî ku yekîtiya malbatê xera bike tune ye. Li cihekî berovajî li mayîndekirina malbatê parastina malbatê digerin. Ger wekheviya mêr û jinê hebe wê malbat li ser piyan bimîne.”
 
‘Ji bo jinan hukma wê tune ye’
 
Ozgulê daxuyakirin ku platforma EŞÎK’ê di têkoşîna li dijî sîxurtiya bi bandor de tenê hatiye hiştin û ji bo vekişandina pakêtê bi dehan carî bang kirine. Ozgulê wiha berdewam kir: “Wek teşeyê çêkirina qanûnê rewşeke dijhiqûqî ye. Hûn nikarin mijarên ku maf û azadiyan eleqeder dike wek qanûna tûrik pêk bînin. Ewil 39 xal derket, derxistin piyasê, li ku ev xal hatin nivîsin? Piştre Wezîrê Dadê got 64 xal in, piştre gotin 1000, her roj tiştek gotin. Paşnavê me, mafên me yên sereke dan ber dengdanê. Ev ne hiquqî ne mirovahî ye. Tevî biryara DDB û DMME’ê heman pêşnûmeyê tînin. Ev di alî me jinan de hukma wê tune ye.”
 
Divê kêfa me neyê ji ber ku…
 
Ozgulê balkişand ser qanûna hejmara 6284'an ku di pakêtê de cih negirtiye û wiha bi lêv kir: “Cihnegirtina vê qanûnê ya di pakêtê de divê rehetbûnekê neyne. Divê li dijî xebatên diyanetê, yên li hember jinan, giştînameyên malbatê yên parçe parçe tên weşandin baldarî hebe. Ji ber 6284 di pakêtê de tune ye divê kêfa me neyê. Sernavên komîsyona destberdanê ya 2016’an dubare dubare tînin pêş me. Ji wê rojê şûnde li dijî mafê nefeqê rêxistinbûn hat kirin. Li aliyê din jî ‘Belgeya vîzyonê ya parastina malbatê’ xetereyek cidî ye. Mînak mijara navbeynkariyê nekirin pakêtê. Ji ber ku bertek hat nîşandan. Niha dixwazin wek pakêta malbatê bînin. Di vî alî de divê bertek bê nîşandan.”
 
Yek bi yek bandorê li 81 bajarî dikin
 
Ozgulê wiha berdewam kir: “Gelek tiştî diceribînin. Em vê ji bîr nekin gotin ‘em ê hiqûqa malbatê ji nûve binivîsin’. Qanûna Medenî bi giştî nedan ser maseyê lê li van deran dîsa digerin. Di giştînameyê de dibêjin ku wê bi destê wezareta malbatê navbeynkariyê  bînin. Ev êdî xebatek bi butçe ye û di bin navê plana çalakiyê de diyar bûye. 81 bajar yek bi yek wek tor bi bandor kirine.”
 
‘Hêviya têkoşînê’
 
Ozgulê di dawiya axaftina xwe de ev nirxandin kir: “Divê li dijî van pêkanînan têkoşîn hebe. Divê em bi hêvî bin û têkoşîn girîng e. Ji bo me ya pêwist jiyanek azad e. Hêviya min heye. Divê em li xwe vegerin û ji hêza xwe ya ku jiyanê dikare ava bike fêdeyê bigirin. Sira jiyanê di vir de ye.”