Qeyûm, mufredat û plana çalakiya parastina malbatê digihêje heman cihî

  • 09:03 5 Tîrmeh 2024
  • Rojane
 
Nazlican Nûjîn Yildiz
 
ÎZMÎR - Dildara EŞÎK’ê Ozgul Kapdan derbarê ‘Plana Çalakî û Belgeya Vîzyona Xurtkirin û Parastina Malbatê’ ya di 15’ê Gulanê de di Rojnameya Fermî de hat weşandin de axivî û da zanîn ku polîtîkayên qeyûm, mufredata nû û ev plana çalakiya nû digihêjin heman nokteyê. Ozgulê ji bo plana çalakiyê got: “Dema em dibêjin Afganîstanbûyîn wê bibe mînaka ku em çi dibêjin.”
 
‘Plana Çalakî û Belgeya Vîzyona Xurtkirin û Parastina Malbatê’ ya di 15’ê Gulanê de bi îmzeya  Serokomarê AKP’î Tayyîp Erdogan ve di Rojnameya Fermî de hat weşandin. Jinan bertek nîşanê plana çalakiyê da. Li aliyê din Wezîra Malbatî û Xizmetên Civakî Mahînur Ozdemîr Goktaş di daxuyanya ku da de ev îtîraf kir û got wê malbat di plana pêş de be. 
 
Dildara Platfroma Jinan a Ji bo Wekheviyê (EŞÎK) Ozgul Kapdan derbarê planê de axivî û da zanîn ku di planê de di rola sereke de Diyanet heye û divê ev rewş hîn bêtir ji jinan re bê vegotin û divê pirsa ‘Hûn kîne malbatê diparêzin’ ji desthilatdariyê bê pirsîn.
 
Diyanet di rola sereke de ye
 
Ozgulê daxuyakirin ku bi plana çalakiyê re perdeya dawî ya polîtîkayên malbatê tê lîstin û di vê planê de Diyanet di rola sereke de dilîze û wiha got: “Plana çalakiyê bi 9’emîn pakêta darazê re di heman demê de hatiye û ji ber vê zêde nebûye rojev. Bername û belgeyên vîzyonê heman rojekê de nayên nivîsîn. Piştî hilbijartinên 31’ê Adarê hat rojevê. Sedema vê jî ev e ku pêşî li polîtîkayên wekhevî û civakî yên şaredariyên CHP û DEM partiyê bê girtinê ye. Dixwazin bariyeran li pêş ava bikin. Ev ji polîtîkayên qeyûm cudatir nînin. Ev parçeyeke polîtîkayên tunekirinê yên qeyûman in.”
 
Ozgulê destnîşan kir ku bi vê planê ji jinan re kemîn tê amadekirin û wiha pê de çû: “Di bernameyê de îstîhdama nerm cih digire. Ev ji bo jinan xebata bê ewle ye. Mijara derxistina salekê ya destura welidînê, ewil erênî tê dîtin. Lê dema polîtîka wekheviyê pêk neyê ev ji bo fêdeya jinê bi encam nabe. Beriya her tiştî wê di sektora taybet de îstîhdamê zehmet bike. Di sektora taybet de wekheviya zayendî nayê dîtin.”
 
Wê destberdana jinan zehmet bibe
 
Ozgulê her wiha di berdewamiya axaftina xwe de anî ziman ku betaliya jinan sernavek girînge, piştî zarokan ji neçar dimînin ji îstîhdamê dûr bikevin. Ozgulê ev nirxandin kir: “Ev ji qelsbûna polîtîka kreşê pêk bê. Keseke bi mûçeyê asgarî dixebite ji kreşên bê pere jî fêdeyê nagire. Nokteya îro em lê ne modela parastina malbatê dane pêş me û di dawiya vê de destberdana jinan jî zehmet dike. Behsa guhertina rejîma destberdanê tê kirin.”
 
‘Em bi planek karaset re hatine rû hev’
 
Ozgulê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em di planek karaset re hatine rû hev. Ji ber ev plan bi butçeyê ve hatiye girêdan, di esasê de agahiya gelek jinan tuneye, wê bandorek neyînî bike. Ev 5-6 sale ŞONIM nehatiye resekkirin û hejmara mîvanxaneyan nehatiye zêdekirin. Lê wek tê dîtin tûndî zêde bûye. Jin di malê de tên hepskirin û dema em dibêjin afganîstanbûn em wê mînaka em qest dikin derkeve holê.”
 
Digihêjin heman nokteyê
 
Ozgulê balkişand ser plana çalakiyê û got ev mudaxaleyê qadên din jî dike û bi vê planê re bernameya mufredata nû jî divê bê fikirîn û got: “Polîtîkayên qeyûm, mufredata nû û ev plana çalakiya nû digihêjin heman nokteyê. Ev pir aşkera ye. Bi salane ji bo vê gelek rê hatin ceribandin. Li gelek malbatî tundî û îhtîmala tundiyê heye. Her roj li malan tundî heye. Di destê jinan de biryara parastinê heye lê tên qetilkirin. Divê bê pirsîn ku ‘hûn kîne malbatê diparêzin. Rojê 6-7 jin tên qetilkirin. Divê ji tu kesî re aramî tunebe.  Divê kemînên di plana çalakiyê de bên dîtin.”