26'ê Tîrmeha 2021'ê: Li Katoyê ji bo Abdullah Ocalan daxwaza azadiyê hat kirin

  • 09:01 26 Tîrmeh 2024
  • Di Dîrokê De Îro
 
Bi pêşengiya TJA'yê jin li Zozanên Mêrgên Sotî bi bêrîvanan re hatin gel hevdu. Jinan bal kişandin ser tecrîda giran a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û gotin: "Wekî jin heta Ocalan azad bibe em ê têkoşîna xwe bidomînin."
 
Hin bûyerên girîng ku di dîrokê de îro pêk hatine wiha ne:
 
1952: Eva Peron a Arjantînî ku parastina mafên kedkar û jinan dikir jiyana xwe ji dest da.
 
2001: Phoolan Devî ya Hindistanî ku wekî "Şahbanûya Çeteyan" jî dihat binavkirin, dema ku ji parlamentoyê diçû malê ji aliyê 3 êrîşkaran ve hat qetilkirin. 
 
2013: Di 13'emîn Mîhrîcana Xweza û Çandê de Panela bi sernavê "Ji 38'an heta Sakîneyan azadiya jinê" hat lidarxisitn.
 
2014: Malbatên ku zarokên wan tevli PKK'ê bûn û ji bo pêvajoya diyalogê li Parka Anitê ya Amedê dest bi çalakiya rûniştinê kirin, bertek nîşanî Serokomar Recep Tayyîp Erdogan dan û gotin, "Ger ku Recep Tayyîp Erdogan bi rastî jî aştiyê dixwaze tiştê li vir dibêje bila li meclîsê jî bibêje." 
 
2015: Ji Dayikên Şemiyê Rabîa Sagniç a bi salan ji bo aqûbeta xizmê xwe hîn bibe li ber Lîseya Galatasarayê nobet girt û di heman demê de endama Meclisa Dayikên Aştiyê bû Rabîa Sagniç, di 26'ê Tîrmeha 2015'an de di encama qezaya trafîkê de jiyana xwe ji dest da.
 
2016: Hevserokên Giştî yên berê yên HDP'ê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş ji Serokê Komîteya Astengkirina Îşkenceyê (CPT) re nameyek şandin û xwestin ku bê li Îmraliyê serdana Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bike û derbarê rewşa wî de rayagiştî agahdar bike. 
 
2019: Tevgera Jinên Azad (TJA) plansaziya kampanyaya xwe ya ku wê 5 mehan bidomînin a bi dirûşma "Ji bo Guhertin û Azadiyê tu jî rabe ser piyan" a Şirnexê bi raya giştî re parve kirin. 
 
2020: Li paytexta Lubnanê, Beyrûdê Weqfa Jinê hat vekirin.
 
2021: Jinekê cara yekem, di Festîvala Muzîkê ya Bayreuth de pêşengiya orkestrayê kir. Festîvala Muzîkê ya Bayreuth ku her sal piştî cejnê li Almanyayê dest pê dike di dawiya meha Tîrmehê de perdeyên xwe vedike, bi operaya Flying Dutchman dest pê kir û piştî 145 salan yekem car orkestra ji aliyê jinek 43 salî ya bi navê Oksana Lyniv ve hat birêvebirin.