24'ê Tîrmeha 2016'an: Nobeda Azadiyê dest pê kir

  • 09:01 24 Tîrmeh 2024
  • Di Dîrokê De Îro
 
Ji bo ku tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku bi pêvajoya Rewşa Awarte (OHAL) re giran bû şermezar bikin li Amedê "Nobeda Azadiyê hat destpêkirin."
 
Ji bo ku tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku bi pêvajoya Rewşa Awarte (OHAL) re giran bû şermezar bikin, bi pêşengiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Parka Koşuyolu "Nobeda Azadiyê" hat destpêkirin. Li gel Hevseroka KCD'ê Leyla Guven gelek siyasetmedar û kesên din tevli çalakiyê bûn.
 
Hin bûyerên din ku îro di dîrokê de qewimîne wiha ne:
 
1923: Di 24’ê Tîrmeha sala 1923’an de Peymana Lozanê di navbera Brîtanya, Fransa, Japonya, Yewnanistan, Romanya, Sirbîstan, Hirvatîstan, Tirkiye, Silovenya, Îtalya, Bulgarîstan, Portekîz, Belçîka, Yûgoslavyayê de hat îmzekirin. Di Peymana Lozanê de xaka Kurdistanê bi ser Tirkiye, Îran, Iraq û Sûriyeyê de hat belavkirin û Peymana Sewrê ya ku mafên gelê Kurd têde hatibûn qebûlkirin, hat betalkirin. Her wiha piştî vê peymanê polîtîkayên cihêkariyê, tunehesibandinê yên li dijî jinên kurd bêtir ketin meriyetê. 
 
1941: Afife Jale ya ku şanogera yekemîn a misliman e di 1919'an de derket ser dikê. Afîfe Jale di 24'ê Tîrmeha 1941'ê de jiyana xwe ji dest da.
 
1950: Cemiyeta Rojnamegeran roja rakirina sansurê 24'ê Tîrmehê Cejna Çapemeniyê îlan kir.
 
2007: Sebahat Tuncel a ku bi piştgiriya DTP'ê bû parlamenter, bi biryara dadgehê hat tehliyekirin û ji Girtîgeha Tîpa M a Gebzeyê derket. Sebahat piştî tahliyeyê bi govend û dîlanê ji girtîgeê hat girtin.
 
Sebahat Tuncel a endama Bîn Umutê li ber girtîgehê dema derket axivî û got, "Ez gelek bextewar im. Gelê me ji bo pêkanîna aştî  û demokrasiyê erkeke girîng da min. Heta ji destê min bê ez ê vê erka xwe baş bi cih bînim. Ez ji gelê me yê ku deng da min re gelek spas dikim."
 
2011: Hejmara yekem a Rojnameya Girtiyan ku nivîsên girtiyan tê de dihatin weşandin derket.
 
2014: Serokwekîlên Koma HDP'ê Pervîn Buldan û Îdrîs Baluken ji bo li Qendîlê hevdîtinê bikin çûn Hewlêrê. Sirri Sureya Onder û Leyla Zana yên ku bi Pervîn û Îdrîs re têkilî danîn jî hatin gel hev ji bo ku bi rayedarên KCK'ê re hevdîtinê bikin çûn Qendîlê.
 
2015: Hikûmeta AKP'ê pêvajoya aştiyê ku bi rêya wê dihat xwestin pirsa kurd bi rêyên aştiyane bê çareserkirin bi dawî kir û muzakereyên ku di  vê çarçoveyê de li Îmraliyê bi Abdullah Ocalan re dihatin meşandin jî hatin rawestandin. 
 
2015: Polîsên Têkoşîna bi Terorê re ya Stenbolê li Kuçeya Bulbul a Bagcilar bi ser malê de girtin û şoreşgera bi navê Gunay Ozarslan kuştin. Ji bedena Gunayê 15 gule hat derxistin.