20'ê Tîrmeha 2015'an: Di êrişa DAIŞ'ê de 33 kesî jiyana xwe ji dest da

  • 09:01 20 Tîrmeh 2024
  • Di Dîrokê De Îro
 
Bi pêşengiya Federasyona Ciwanên Sosyalîst (SGDF) li gelek bajarên Tirkiyeyê ji bo alîkariya Kobanê bê kirin 8 sal berê îro gelek kes li Pirsûsa Rihayê hatin gel hevdu. 300 ciwan li ber Navenda Çandê ya Amarayê kom bûn û xwestin daxuyaniya çapemeniyê bidin. Dê wê kêliyê de DAÎŞ'ê êrişa bombeyî pêk anî û 33 kesî jiyana xwe ji dest dan. Ji 100'î zêdestir kes jî birîndar bûn. 
 
Hinek geşedanên din ên di dîrokê de îro qewimîne wiha ne:
 
1882: Matematîkzan û fîlozofa Avusturyayî Olga Hahn-Neurath îro ji dayik bû. 
 
1890: Astronoma Danîmarkayî Julie Marie Vinter Hansen îro ji dayik bû. 
 
1939: Femînîst û aktivîst Judith Sylvia Cohen îro li Chicagoyê ji dayik bû.
 
2018: Yekîtiya Jina Azad bi dirûşma "Azadiya jinê garantiya azadiya civakeke demokratîk e" 2'yemîn konferansa xwe bi beşdariya 150 delegeyî li Şehbayê li dar xist.