16'ê Tîrmeha 1862'yan: Parêstvana mafên gel Îda Bell Wells hat dinê

  • 09:01 16 Tîrmeh 2024
  • Di Dîrokê De Îro
 
  
Yek ji kesayetên girîng a parastina mafên gel a Sivîl Îda Bell Wells berî ku Belavoka Azadiyê bê îmzekirin li Mîssîssîppî, Holly Sprîngsê di 16'ê Tîrmehê de hat dinê. 
 
Îda ya reşik ku di 1890'î de li DYA'yê ji tevbera Dijberî Lînçê re pêşengtî kir, rojnamegereke feminîst û aktîvîst bû. Îda di heman demê de ji bo mafên sivîlan têkoşîn da di 1892'yan de bi sê hevalên xwe re hat lînçkirin û di 25'ê Adara 1931'ê de li Chîcagoyê di 68 saliya xwe de ji ber nexweşiya gurçikan jiyana xwe ji dest da.
 
Hin bûyerên din ên girîng ku îro di dîrokê de qewimîne wiha ne:
 
1882: Hiqûqnasa DYA'yî Vîolette Neatley Anderson îro ji dayik bû. Vîolette bi çalakiya xwe ya hiqûqî ya di 29'ê Çileya 1926'an de ku li ber Dadgeha Bilind a DYA'yê pêk anî bû di wê mirê de bû jina yekemîn a Efrîkayî-Emerîkayî. Vîolette, di 24'ê Kanûna 1937'an de jiyana xwe ji dest da. 
 
1898: Cotkara Îngilizî Evelyn Barbara Balfour îro ji dayik bû. Wekî yek ji avakara tevgera organîk jî dihat zanîn. Evelyn a ji Zanîngeha Îngiliz mezûn bû di 16'ê Çileya 1990'î de jiyana xwe ji dest da. 
 
1998: Feminîsta misliman Konca Kurîş berî bi 23 salan îro piştî ku hevjînê wê yê li gel hat bêbandorkirin li ber mala xwe ya li Mêrsînê ji aliyê sê kesên çekdar ve hat revandin.