15'ê Tîrmeha 2021'ê: Meclisa Jinan a Amedê damezrandina xwe ragihand

  • 09:01 15 Tîrmeh 2024
  • Di Dîrokê De Îro
 
 
Meclisa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê damezrandina xwe bi dirûşma, "Ji bo Azadiya xwe em xwe bi rêxistin dikin" li Sûra Amedê ragihand. Tevgera Jinên Azad (TJA), Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Ayşe Acar Başaran, Parlamenterên Amedê Remziye Tosun, Semra Guzel û rêxistinên HDP û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) yên bajar û navçeyan li salonê hatin cem hev. 
 
Hin bûyerên girîng ku îro di dîrokê de qewimîne wiha ne:
 
1907: Kuîu Jin a di 8'ê Mijdara 1875-an de ji dayik bû, jiyana wê ya kurt a 31 salan di têkoşînên taybet û gelemperî de derbas bû. Di xortaniya xwe de, wê helbestên ku ji gul, demsal û lehengên dîroka Çînê hatine îlhamkirin, dinivîse. Wê gotar û helbestên ku zilma kevneşopiya li ser jinan şermezar dike nivîsand; guhastina pejirand. Ew tevlî rêxistineke pro-modernîst bû ku dixwest xanedaniyê hilweşîne.Di sala 1906an de bi helbestvana jineke din re, Xu Zihua, kovareke femînîst derxist, lê tenê du hejmar hatin weşandin berî ku ew ji hêla hukûmetê ve were girtin.
 
Qiu Jin, bi hişyarkirina jinan ji zilma ku li wan tê kirin xwest ku hem ji bo azadiya xwe hem jî ji bo serxwebûna Çînê bibin yek. Ew di sala 1907 de bi pismamê xwe, Hsu His-lin re, di hewildanek ku li dijî hêza Qing rabe hate girtin. Dema pismamê wê yekser hat qetilkirin, Qiu Jin hêdî hêdî bi îşkenceyê hat qetilkirin.
 
1985: Sêyemîn Konferansa Jinan a Cîhanê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) li Nairobi, paytexta Kenya, di 15-26 Tîrmeh 1985 de hate lidarxistin. Seroka konferansê Margaret Kenyatta bû.
 
2014: Bi pêşengiya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) li Amedê bi dirûşma "Bi pêşengiya Jinê bi Şoreşa Rojava ber bi Yekîtiya Neteweyî ve" 3'yemîn Hevdîtina jinê hat kirin. Di nava KCD'ê de komîsyona ji 23 jinan pêk tê hat avakirin. Her wiha di encamnameyê de bang hat kirin ku komkujiyên li Rojava bi dawî bibin. 
 
2015: Zaroka pêşengê serhildana Dêrsimê Seyid Riza, Leyla Aglar a di 1918'an de ji dayik bû li Nexweşxaneya Dêrsimê ya demek dirêj lê tedawî didît jiyana xwe ji dest da. Di dema komkujiya Dêrsimê de îşkenceyên mezin li Leyla Aglar hatibû kirin û 5 salan li axurê leşkerên suvarî hatibû hepiskirin. 
 
2015: Ji bo balkişandina ser fuhuş, tundiya mêr di 17'ê Tîrmehê de Kongreya Jinên Azad (KJA), bi dirûşma "Jin jiyan e kuştina jinê kuştina mirovatiyê ye" li Qosera Mêrdînê komxebat li dar xist û encamnameya wê eşkere kir. Gelek biryarên girîng di encamnameyê de cihên xwe girtin.