11’ê Tîrmeha 2023'yan: Li Mergedayê 'Mala Jin' hat avakirin

  • 09:01 11 Tîrmeh 2024
  • Di Dîrokê De Îro
 
Li navçeya Mergeda ya girêdayê Kantona Hesekê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye di sala 2017'an de ji DAIŞ'ê ji hêla Hêzên Demokratîk a Sûriyeyê ve (QSD) ve hat rizgarkirin. Piştî rizgarkirinê Kongra Star li cihê ku ereb dijîn ango Mergedayê ji bo avakirina wekheviya di nava civakê de "Mala Jin" vekir. 
 
Hin bûyerên girîng ku îro di dîrokêş de pêk hatine wiha ne:
 
1877: Kate Edger di 6’ê Çıleya 1857’an de li Ingilistanê hat dine û di 1882’yan de bû midura yekem a Koleja Keçan.  Kate ji bo ku mafê dengdanê ji jinan re bê dayîn têkoşîn da û heta sala 1930’’î di nava Yekitiya Jinên File de jî cih girtiye. Kate di 6’ê Gulana 1935’an de li Zelandaya Nû jiyana xwe ji dest da.
 
1921: Li eyaleta Wîsconsîn a DYA’yê “Qanûna Parastina Mafên Jinan” hat qebûlkirin.
 
1973: Li Fransayê Lijneya Bilind a Agahdarkirina ji Zayendê, Kontrola Zayînê û Perwerdeya Malbatê hat damezrandin.
 
1993: Li Stenbolê bi tevlibûna jinên di pişeyên cüda de dixebitin “Komxebata Jininên Kedkar” hat lidarxistin.
 
2018: Dadgeha 9’emîn a Cezayê bilind a Amedê ku derbarê Hevseroka Kongreya Civaka Demokrtîk (KCD) û parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê de biryara tehliyekirinê dabû vê  carê jî bi dengdayîneke hevpar biryara girtina wê da.  
 
2019: Ji bo  serokaktiya nû a Parlamentoya Herêma Federal a Kurdistanê Rewas Feyaq hat hibijartin.
 
2020: Li dijî efûya ji bo gûmanbarên êrîşa zayendî û betalkirina Peymana Stenbolê di pêşengiya Platforma Jinan de lig elek bajarên Tirkiye û bakurê Kurdistanê çalaki hatin lidarxistin.