10’ê Tîrmeha 2020’î: Navenda Piştevaniya Jinan a Dayika Taybet hat vekirin

  • 09:01 10 Tîrmeh 2024
  • Di Dîrokê De Îro
 
Di bin banê Midûriyeta Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Silopiya Şirnexê de li taxa Cûdî Navenda Piştevaniya Jinan a Dayika Taybet hat vekirin. 
 
Hinek bûyerên girîng ên di dîrokê de derketine pêş wiha ne:
 
1875: Parêzvanên mafên sivîlan a Amerîkî Mary Jane Mcleod îro hat dinê. Di sala 1935’an de ji bo jinên reşik Konseya Neteweyî ava kir. Mary di amadekirina rêziknameya Neteweyên Yekbûyî de di şandeya Amerîkî de cih girt. Cara yekem jinek û her wiha jineke afrîkî di şandeyeke wisa de cih girt.
 
1891: Avakara tiba Nukleerê, lêkolînvan û fîzîkvan Edith Hinkley Quimby îro hat dinê. Xebatên wê li ser têdawî û teşhîsa bi tîrêjên X ê bû. 
 
1896: Siyasetmedar, senator û reformîsta femînist a Kanadayî Therese Casgrain îro hat dinê. Li eyaleta Quebecê ji bo mafê dengdayîna jinan pêşengtî kir û cara yekem li Kanadayê jinek bû seroka partiyekê. Di jiyana xwe de her tim li dijî çekên nukleerê derket. 
 
1930: Bijîşk, aktîvîst û nivîskara amerîkî Janette Dexter Mîller îro hat dinê. Janette li ser dermanên kêzikan, radyasyona nukleerê û pençeşêra memikan lêkolînan dikir û bi van lêkolînan tê nasîn. Janette li dijî bikaranîna madeyên kîmyewî yên li karkeran derdiket û parastina karkeran dikir. Janette di 7'ê cotmeha 2019’an de jiyana xwe ji dest da. 
 
2022: Li paytexta DYA'yê Washîngtonê bi hezaran jin kom bûn û biryara Dadgeha Bilind a ku mafê kurtajê yê qanûnî paşve kişand şermezar kirin.