9'ê Tîrmeha 1935'an: Muzîkjen Mercedes Sosa hat dinê

  • 09:01 9 Tîrmeh 2024
  • Di Dîrokê De Îro
 
Muzîkjen û parêzvana mafên mirovan Mercedes Sosa di 1935’an de hat dinê. Bi muzîka xwe di dîroka muzîkê de cih girt. Her wiha ji ber hewldana wê ya derbarê parastina mafên mirovan di sala 2002’yan de li Arjantinê xelata Sarmientoyê girt. Mercedes Sosa, di 9'ê tîrmeha 1935'an de li Tucumana Arjantînê hat dinê. Di 15 saliya xwe de bi profeyonelî dest bi stran gotinê kir. Albûma xwe ya yekem jî di sala 1959’an de derxist. 
 
Di sala 1960'an de jî muzîka Amerîkaya Başûr bi muzîka rock û muzîka polîtîk li hev anî. Bi terza Nueva canciónê li tevahiya cîhanê hat nasîn. Piştî darbeya sala 1976’an rojên zehmet dest pê kir. Lê Mercedes tu carî dev jî sekna xwe ya polîtîk berneda. Mercedes, di sala 1979’an de li La Platayê dema konser dida hat binçavkirin. Piştre stran gotina wê hat qedexekirin û ji bo wê êdî jiyana sirguniyê dest pê kir û di sala 1982’yan de vegeriya welatê xwe. Mercedes Sosa, di 4'ê cotmehê de jiyana xwe ji dest da. 
 
Hinek bûyerên girîng ên di dîrokê de derketine pêş wiha ne:
 
1091: Nivîskara îngilîzî Barbara Cartland hat dinê. Barbara ji 500'î jortir romanên romantîk nivîsand. 
 
2003: Rêxistina Destên ku Dabeşandiyê Derbas kir, ên jinên rûm û tirk ên Qibrisî ve hatî avakirin, di êvara 9'ê tîrmeha 2003'yan de li ser Xeta Kesk a Barîkata Palaceyê çalakiyek li dar xistin. Li vir banga muzakereyê kirin. 
 
2014: Li Şaredariya Rêya Armûşê ya Wanê, pergala hevserokatiyê bi dengdayîna endamên meclîsa şaredariyê ve hat qebûlkirin. 
 
2014: Li dijî êrişên DAIŞ'ê ya li hemberî Kobanê, Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Fîgen Yuksekdag, parlamentera Mêrdînê Gulseren Yildirim, parlamentera Amedê Nursel Aydogan, parlamenterê Mûşê Demîr Çelîk, parlamenterê Şirnexê Faysal Sariyildiz, Îbrahîm Bînîcî, Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak, gelek hevşaredar, endamên meclîsa şaredariyan û bi hezaran kes ber bi sînor ve meşiyan.