3'yê Hezîrana 2019'an: Ji IFWF dibistana Jineolojiyê

  • 09:01 3 Hezîran 2023
  • Di Dîrokê De Îro
 
Weqfa Jinên Azad a Navneteweyî (IFWF) li Pêşangeha Van Abbemuseum ya ku ji Adar 2018'an de tê vekirin li Parlamentoya Rojava ji bo rojekê xwendegeha Jineolojiyê vekir. 
 
Hin bûyerên girîng ku îro di dîrokê de pêk hatine wiha ne: 
  
2020: Jinên Ciwan ên Azad (OGK) Gulistan Doku ya xwendekara zanîngehê ku li Dêrsimê hat windakirin û ji 3'yê Hezîrana 2020'î û vir de agahî jê nayê girtin, li Stenbolê çalakî pêk anîn. Jinên ku di keştiyê de pankarta bi dirûşma "Gulistan Doku li ku ye?" vekirin, gotin, "Em ji Emînonu -Kadikoyê" bang li hikûmetê dikin: Ev pankart, ji ber ku Gulistan Doku 151 roj in winda ye hatiye vekirin û serhildana li dijî windakirina wê ye! Em ê li her derê li aqubeta Gulistanê bipirsin. Bila lêpirsînek bi bandor bê kirin û Gulistan Doku bê dîtin. Kesên li derdorê jî bi çepikan piştgirî dan çalakiya jinan, polîsan nasnameyên OGK'yiyan desteser kirin û ew girtin bin çavan. 
 
2016: Di bin banê Serokatiya Daîreya Jinê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê de, di çarçoveya kmapanyaya Piştevaniya bi gel re ya ji bo kesên ku li Nisêbînê ji êrîşên dewletê bi bandor bûn şahî hat lidarxistin. Bi armanca piştevaniya kesên ku ji Nisêbînê hatin koçberkirin li Parka Karayollariyê 2 rojan kermes hat vekirin û jinan xwarinên ku bi keda destên xwe çêkirin firotin.