15'ê Hezîrana 1648'an: Margaret Jones hat darvekirin

  • 10:51 15 Hezîran 2022
  • Di Dîrokê De Îro
 
Margaret Jones li Amerîkayê pîriktiyê dikir ji hêla Dadgeha Pîrebok a Salemê ve biryara darvekirinê hat dayîn. Margaret bi îdiaya "Sêrbaziyê" di 15'ê Hezîrana 1648’an de hat darvekirin. Ligel Margaretê 12 jin û 2 jî mêr hatin darevekirin. 
 
1923: Nezîhe Muhîddîn û 13 hevalên wê yên jin ji bo pêşketina jinan a qada îktîsad û ramyarî de bi navê "Firkaya Gel a Jinan" (KHF) partiyek avakirin. Di rêziknameya partiyê de hat diyar kirin ku dê ji bo mafê ramyarî ya jinan dê têkoşîn bê dayîn. 
 
1996: Ella Fitzgeralda di muzîka Cazê de navdar e û di 25'ê nîsana 1917’an de hat dinê. Di 15 saliya xwe de dayika xwe windakir û li cem meta xwe li Harlemê jiyana xwe domand. Zarokatiyeke zehmet derbas kir. Ella, li kolanên Harlemê dest bi stran gotinan kir û vê demê tevlî pêşbirka deng bû û bi ser ket. Bateristê cazê Chick Webb dengê Ellayê eciband û tevlî orkestraya xwe kir. Piştî ku Chick jiyana xwe ji dest da berpirsiyariya orkestrayê girt ser xwe. Di sala 1942'an de êdî bi tena serê xwe xebatên xwe domand. Ella, di sala 1996'an de jiyana xwe ji dest da. 
 
2020: Endama LGBTÎ û û parêzvana mafên mirovan Sarah Hegazî, ji ber ku li Misirê di konserekî de ala keskesorê bilind kir hat girtin û bi îşkenceyê re rûbirû ma. Sarah bi tecawizê re rûbirû ma. Sarah li Kanadayê dawî li jiyana xwe anî.