Meşa Dirêj a ciwanan bi dawî bû

  • 10:07 21 Îlon 2024
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Çalakiya Meşa Dirêj a ji aliyê tevgerên ciwanên Kurd û ciwanên enternasyonal ve li Bîelefeldê ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, li bajarê Duisburgê bi dawî bû.
 
Çalakiya Meşa Dirêj a di pêşengiya tevgerên ciwanên Kurd û ciwanên enternasyonal de li bajarê Almanya Bîelefeldê di 15'ê Îlonê de di çarçoveya pêngava "Ji Abdullah Ocalan re Azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî" de hatibû destpêkirin, tevî provokasyonan jî li Duisburgê bi dawî bû.
 
Ciwan di saetên sibehê de li kolana Marxloh-Pollmanê hatin ba hev, daxuyanî dan çapemeniyê û bi coşeke mezin di roja dawî de meşa xwe pêk anîn.
 
Meş di bin dorpêçeke giran a polîsan de pêk hat û di dawiya meşê de polîsan êrîşê çalakvanan kir. Gava ku polîsên Elman hewl dan di nava çalakvanan de ciwanekî binçav bikin, ciwanan bi dirûşmeya"Bijî Berxweî Îmralî" û "Bijî Serok Apo" xelekek ji mirovan ava kirin. Li hemberî helwesta ciwanan polîsan paşve gav avêt.
 
Dema meşa Dirêj li pêşiya HBF a Dûîsbûrgê bi dawî bû, polîsan dîsa ciwanên ku govend digerandin dorpêç kirin. Lê belê dema li vê derê jî heman helwest hat raberkirin, polîsan ev dorpêç rakir.
 
Danê êvarê jî ji bo şeva kêfxweşiyê bê lidar xistin ciwan derbasî salonê bûn.
 
Ciwan, wê ji bo 32'yemîn Festîvala Çandê ya Kurd a Navneteweyî ku li bajarê Frankfûrtê bê lidarxistin derkevin rê.