'Ji bo azadiya Nêrgiz Mihemedî xwedî helwest bin'

  • 12:05 21 Îlon 2024
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Komîteya Stratejî ya Hevpeymana Navneteweyî ya ‘Azadî Nêrgiz’ bang li civaka navneteweyî kir ku ji bo azadiya Nêrgiz Mihemedî helwesta xwe nîşan bidin.
 
Komîteya Stratejî ya Hevpeymana Navneteweyî ya ‘Azadî Nêrgiz’ derbarê rewşa tenduristiyê ya Nêrgiz Mihemedî de daxuyaniyek belav kir.
 
Daxuyanî wiha ye: “Em bang li civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dikin, demek ji ya din zûtir ji bo azadiya Nêrgiz Mihemedî ku rewşa tenduristiya wê ne baş e, helwesta xwe nîşan bidin. Nexweşiya dil a Nêrgiz Mihemedî heye û vê dawiyê pêwîstiya wê bi tedawî û çavdêriyê heye.”
 
Hêjayî gotinê ye tê payîn di navbera 25-31’ê Îlonê de 70'emîn civîna giştî ya Neteweyên Yekbûyî pêkbê. Biryar e serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan jî tevlî civînê bibe.
 
Emerîka û Rêxistina Rojnamegerên Bêsînor (RSF) jî piştgiriya Komîteya Stratejî ya Hevpeymana Navneteweyî ya ‘Azadî Nêrgiz’ dikin.
 
Çalakvana mafên mirovan Nêrgiz Mihemedî ya li girtîgeha Evînê ya Îranê girtî ye, ji ber têkoşîna xwe ya li dijî pêkanînên desthilatdarên Îranê yên li dijî jinan û têkoşîna wê ya ji bo pêşxistina mafên mirovan, di mijdara 2023’yan de xelata Nobelê ya aştiyê girt.