Kurd û dostên wan berê xwe didin festîvala li Frankfurtê

  • 11:31 21 Îlon 2024
  • Çand û Huner
 
NAVENDA NÛÇEYAN - 32’yemîn Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî ku merasîma çandî ya herî mezin a Kurdan a li Ewropayê ye, îsal bi şîara “Em tecrîd û dagirkeriyê bişikînin, Rêber Apo azad bikin” hate organîzekirin.
 
Ji gelek welatên Ewropayê ji saetên siharê û şûnde, bi hezaran Kurdistanî û dostên wan herikîn Parka Rebstock a Frankfurtê.
 
Ji saetên destpêkê û şûnde, beşdarvanên ku di kabîneyên ewlehiyê re derbas bûne li qadê bi davul û zirneyan govend gerandin.
 
Li qadê ji xeynî stranên dengbêjiyê, bi merasîmên cuda coşeke mezin heye.
 
Gelê ku li qadê flamayên YPG, YPJ û PKK’ê hildigirin, li benda vebûna bernameyê ne û serdana standên ku hatine danîn, dike.
 
Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî, ji sala 1992’yan û vir ve tê lidarxistin.