7'ê Hezîrana 2003'yan: Şemsê Allak a tecawizî wê hat kirin bi îşkenceyê qetil kirin

  • 09:45 7 Hezîran 2022
  • Di Dîrokê De Îro
Şemsê Allak a ku cîranê wê tecawizî wê kir û ducanî ma, di 21'ê Mijdara 2002'yan de di bin navê "recmê" de hat îşkencekirin. Şemsê ya ku 8 mehan têkoşîna jiyanê da di 7'ê hezîrana 2003'yan de jiyana xwe ji dest da.
 
Cenazeyê Şemsê ji aliyê saziyên jinan ve hat giritn û li Goristana Yenişehira Amedê hat dafinkirin. Şaredariya Amedê jî ji bo bîranîna Şemsê park bi navê Şemsê Allak ava kir. 
 
Hinbûyerên girîng ku îro pêk hatine wiha ne:
 
1831: Nivîskar û rojnameger Amelia B. Edwars ji dayik bû. Amelîa ya ku romana bi navê "“The Phantom Coach” û seyahatnameya bi navê "A Thousand Mîles up the Nîl" di 1878'an de edîtoriya antolojiyeke helbestê jî kiriye. Ameîla ji ber piştgiriya ku daye zanisata Misrê  nîşaneya "Dayika Faftîzê ya Misrê"  girtiye. 
 
1873: Susan B. Anthonny ya DYA'yî di dema ku mafê hilbijartinê ji jinan re nehat dayîn de bi awayê dijqanûnî deng bi kar anî û ji sûcê ku deng bi kar aniyê hat darizandin. Piştî vê bûyerê bi guhertina qnaûnê re di 5'ê Mijdarê de di hilbijartina serok komariyê de 15 jinan dengê xwe bi kar anîn. Lê tenê li Susan B.Anhhonny cezayê pere hat birîn. Lê wê jî cezayê lê hat birîn neda.    
 
1917: Afrîkayiya yekem a ku xelata Helbestê ya Pultzer girt Gwendolyn Brooks ji dayik bû. Helbestvanê herî zêde li ser jiyana zahmet a kesên Afrîkayî ku li Emerîkayê dijîn rawestiya ye. 
 
1968: Li Fabrîkaya Dagenham Ford  187 makînistên jin ji bo mûçeyê wekhev dest bi grevê kirin. Piştî ku zêdekirina muçeyê wan bû ji sedî 92'yê mêrên kedkar jin carke din vegeriyan ser karê xwe û çalakiya xwe bi dawî kirin. 
 
2002: Gulan Garzan (Fîlîz Yerlîkaya) ya PKK'yî û PAJK'î di encama komployekê de jiyana xwe ji dest da.
 
2015: Li Tirkiyeyê hilbijartinên giştî hatin kirin. Di hilbijartinan de HDP'a ku herî zêde ji kurdan deng girt bi 32 parlamenterên jin çû meclisê û bû partiya ku herî zêde parlamenterên jin tê de cih  girtine.