16'ê Nîsana 2018'an: Ji 163 rêxistinên jinan danezana hevpar

  • 09:06 16 Nîsan 2022
  • Di Dîrokê De Îro
Li dijî pêşnûmeya zagona înfazê ya têkildarî îstismara zayendî ya li ser zarokan a ew ê li meclîsê derbarê wê de hevdîtin bihata kirin 163 rêxistinên jinan di 16'ê Nîsana 2018'an de bertek nîşan dan û  danezana hevpar a bi serenavê "Em ji pêşnûmeya zagona înfazê ya tundiya mêr ji nedîtîve tê îtiraz dikin "parve kirin. 
 
Hinek geşedanên di dîrokê de qewimîne wiha ne:
 
1958 : Femînîsta Hintî mirova zanistê profesora felsefeyê Uma Narayan hat dinê. Bi gelek berhemên xwe femînizm da naskirin. 
 
2009 : Li paytexta Afganistanê ya bi navê Kabîlê 300 jinî zagona zewacê şermezar kirin. 
 
2014: Di 16'ê Nîsana 2014'an de bi banga hunermendên femînîst li Qada Galatasaraya Stenbolê jin hatin gel hevdu û ji bo Nevîn Yildirim edalet xwestin. 
 
2018: Li dijî pêşnûmeya zagona înfazê ya têkildarî îstismara zayendî ya li ser zarokan a ew ê li meclîsê derbarê wê de hevdîtin bihata kirin 163 rêxistinên jinan di 16'ê Nîsana 2018'an de bertek nîşan dan û  danezana hevpar a bi serenavê "Em ji pêşnûmeya zagona înfazê ya tundiya mêr ji nedîtîve tê îtiraz dikin "parve kirin. 
 
2018: Yekîtiya Ekolojiyê ya îmzeya 54 ekolojîstan li bin heye avakirina xwe deklare kir. Li gelek cihên tirkiyeyê daxuyaniyên hevdemkî hatin dayin. 
  
2020: Jinên HDP'yî têkildarî zagona înfazê li ser medyaya civakî bi etîketa "Piştîinfazêjinditalûkeyêdene" çalakî dest pê kirin.