Ji Geverê bang kirin: Çapemeniya azad bêdeng nabe

  • 16:43 21 Îlon 2024
  • Rojane
 
COLEMÊRG - Partiyên siyasî û saziyên sivîl ên li Geverê ji bo piştevaniya bi rojnamevan Rabia Onverê re meş li dar xistin, destnîşan kir ku Onverê rastiyên ku li hemû Tirkiyeyê tên zanîn, lê ditirse were axaftin îfşa kiriye. Hat gotin:"Çapemeniya azad bêdeng nabe."
 
Li navçeya Geverê ya Colemêrgê duh polîsan bi ser mala nûçegihana JINNEWS’ê Rabîa Onver ku têkildarî fihûş û hişbirê nûçe çêkir de girtin. Rêxistina Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) a Geverê têkildarî vê rewşê li navenda sûka Geverê daxuyanî da çapemeniyê. Nûnerên partiyên siyasî û saziyên sivîl ên civakî di nav de bi sedan kes beşdar bûn. 
 
Beriya daxuyaniyê girse ji avahiya rêxistina DEM Partiyê ya Geverê heta ber Navenda Kar a Zagrosê ya ku daxuyanî lê hate dayîn meşiyan. Di meşê de dirûşmên “Çapemeniya azad nikare bê bêdengkirin” , “Zext nikarin me têk bibin” hatin berzkirin. 
 
Hevseroka DEM Partiyê ya Colemêrgê Humeyra Armût a metna çapemeniyê xwend, diyar kir ku ew bi polîtîkayên ku dewlet careke din hewl dide rastiyan tarî bike re rû bi rû ne û anî ziman ku nûçegihana JINNEWS'ê Onver ji ber nûçeyên xwe hedef hatiye girtin.
 
Humeyra, îşaret bi avadaniya ku Onverê di nûçeya xwe de teşhîr kirî kir û wiha got: “Ev rastî, parçeyek ji şerê ku hewl tê dayîn ji aliyê avahiyên kûr ên dewletê ve bê nixumandin e. Şerê taybet bi hişbir, fihûş û polîtîkayên tepisandina ciwanên kurd tê meşandin. Hevala me Rabîayê rûyê qirêj ê vî şerî derxist holê. Lê belê nûçeyên wêrek ên Rabîayê dewlet aciz kir. Li şûna rojnamegereke ku heqîqet lêkolîn dikir biparêzin, bi ser mala wê de girtin, xwestin dest deynin ser materyalên wê yên dîjîtal û der barê wê de biryara girtinê dan. Dewletê li şûna ku lêpirsînê bike bê ka kî li pişt van çeteyan e, Rabîa ya ku ev çete derdixistin holê bêdeng kir.”
 
Perçeyekî şerê taybet
 
Humeyra da xuyakirin ku avadaniya mijara gotinê parçeyek ji şerê taybet ê dewletê yê li hemberî gelê kurd e û wiha berdewam kir: “Pirsên Rabîayê neynikeke ku li pêşberî vî şerê qirêj tê ragirtine. Li Colemêrgê kî çeteyên hişbir û fihûşê diparêze? Kîjan astên dewletê di nava vî karî de ne? Yên ku diviyabû bersivê bidin van pirsan, li dijî Rabîa dest bi operasyona zext û çavtirsandinê kirin. Di serdegirtinê de ne tenê Rojnameger Onver, mafê gel ê zanîna rastiyan jî hedef tê girtin. Ji ber ku torên qirêj ên têkiliyên ji aliyê Rabîa ve hatine aşkerakirin ne tenê meseleyeke herêmî ye, di heman demê de refleksa pêkanînên zordar ên ku bi salan e li ser gelê kurd tên meşandine. Êrişên li dijî çapemeniya azad pêveka van polîtîkayên bi armanca tirsandina gelê kurd tên meşandine. Êrişa îro ya li ser mala Rabîa hewldanek ji bo nixumandina hêzên tarî ye ku ciwanên kurd gemar dikin û wan dixin nava çirava fihûş û hişbirê. Bêguman zext, girtin, xwepêşandanên we yên bi îşkence û polîtîkayên çavtirsandinê re wê çapemeniya azad bêdeng nekin.”
 
Humeyra desnîşan kir ku yên hewl didin pênûsa çapemeniya azad bişikînin û pîşeyê rojnamevaniyê krîmînalîze bikin wê careke din li ber xwe bikevin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Haya me jê heye ku ev êriş, binçavkirina rojnamevanan û hewldanên sansurê yekser êrîşa li dijî mafê wergirtina agahiyan a gel e. Onverê rastiyên ku ne tenê li Colemêrgê li hemû Tirkiyeyê tên zanîn, lê ditirse were axaftin îfşa kiriye. Ev zext, girtin û gef xwarin nikarin Çapemeniya Azad bêdeng bikin!”
 
‘Rojnamevanî ne sûc e’ 
 
Humeyra, anî ziman ku li cem rojnamevan Onverê ne û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Pênûsê Rabîayê ne bi tenê ye. Li dijî zextên we dê gavekê jî bi paş ve neavêje. Hem hemû kedkarên çapemeniya azad ên ku pênûsê Apê Mûsa li erdê nehiştine bi berîkirin bibîrtînin. Rojnamevanî ne sûc e, çapemeniya azad nikare were bêdengkirin.”
 
‘Wê têkoşîn bidome’  
 
Parlamenterê Colemêrgê Onûr Duşunmez jî bertek nîşanî serdegirtina mala Onverê da û destnîşan kir ku sedemê vê serdegirtinê derxistina holê ya avadaniyên qirêj ên dixwazin li Colemêrgê bi cih bibine. 
 
Onûr, bi lêv kir ku tevî zextan Çapemeniya Azad bi paş ve gavê naavêje û wiha got: “Têkoşîna çapemeniya azad ji Apê Mûsa vir ve 32 sal in bi biryardariyeke mezin didome. Çapemeniya Azad a di salên 90’î de serî netewandî di vê pêvajoyê de jî serî natewîne. Kesek tenê jî bimîne dê kevneşopiya çapemeniya azad bidome. Kesên dixwazin polîtîkayên şerê qirêj î faşîzmê li Colemêrgê bimeşînin dê winda bikin û têk biçin. Têkoşîna me dê heta dawiyê bidome. Kedkarên çapemeniya azad ne bi tenê ne. Em li cem têkoşîna wan e. Tu kes nikare çapemeniya azad bêdeng bike.”
 
Daxuyanî bi dirûşmên “Çapemeniya azad nikare were bêdengkirin” û “Zext nikarin me têk bibin” bi dawî bû.