16'ê Nîsana 2018'an: Ji 163 rêxistinên jinan danezana hevpar 2022-04-16 09:06:34   Li dijî pêşnûmeya zagona înfazê ya têkildarî îstismara zayendî ya li ser zarokan a ew ê li meclîsê derbarê wê de hevdîtin bihata kirin 163 rêxistinên jinan di 16'ê Nîsana 2018'an de bertek nîşan dan û  danezana hevpar a bi serenavê "Em ji pêşnûmeya zagona înfazê ya tundiya mêr ji nedîtîve tê îtiraz dikin "parve kirin.    Hinek geşedanên di dîrokê de qewimîne wiha ne:   1958 : Femînîsta Hintî mirova zanistê profesora felsefeyê Uma Narayan hat dinê. Bi gelek berhemên xwe femînizm da naskirin.    2009 : Li paytexta Afganistanê ya bi navê Kabîlê 300 jinî zagona zewacê şermezar kirin.    2014: Di 16'ê Nîsana 2014'an de bi banga hunermendên femînîst li Qada Galatasaraya Stenbolê jin hatin gel hevdu û ji bo Nevîn Yildirim edalet xwestin.    2018: Li dijî pêşnûmeya zagona înfazê ya têkildarî îstismara zayendî ya li ser zarokan a ew ê li meclîsê derbarê wê de hevdîtin bihata kirin 163 rêxistinên jinan di 16'ê Nîsana 2018'an de bertek nîşan dan û  danezana hevpar a bi serenavê "Em ji pêşnûmeya zagona înfazê ya tundiya mêr ji nedîtîve tê îtiraz dikin "parve kirin.    2018: Yekîtiya Ekolojiyê ya îmzeya 54 ekolojîstan li bin heye avakirina xwe deklare kir. Li gelek cihên tirkiyeyê daxuyaniyên hevdemkî hatin dayin.     2020: Jinên HDP'yî têkildarî zagona înfazê li ser medyaya civakî bi etîketa "Piştîinfazêjinditalûkeyêdene" çalakî dest pê kirin.