Meclisa Jinan a DEM Partiyê: Divê çete bên darizandin, ne Rabîa

  • 14:31 21 Îlon 2024
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Meclîsa Jinan a DEM Partiyê bertek nîşanî hedefgirtina nûçegihana me Rabîa Onver da û got, “Hûn nikarin jiyana jinên ciwan tarî bikin. Ne Rabîa Onver, divê ev çeteyên li Colemêrgê hatin eşkerekirin bên darizandin."
 
Piştî polîsan li Geverê bi ser malekê de girt û der barê nûçegihana me Rabîa Onver a li Colemêrgê de ji ber nûçeyên der barê çeteyên tiryak û fihûşê de biryara girtinê da, ji gelek aliyan ve bertek zêde dibin.
 
Meclisa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) di daxuyaniya xwe ya nivîskî de teqez kir ku derxistina biryara girtinê ji bo Rabîa tê wateya rêgirtina li mafê civakê yê wergirtina agahiyan.
 
Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin: “Divê biryara girtinê ne ji bo Rabîa Onver, ji bo yên ku jinên ciwan dikişînin nav tiryak û fuhûşê be. Digel ku îfadeyên şahidan diyar dibe ku jinên ciwan li Colemêrgê di nava tiryak û fuhûşê de asê mane, li hemberî kesên ev sûc kirine û hêzên tarî yên li pişt van kesan bê tevger mayin, tê wateya şirîkê vî sûcî. Em rayedaran hişyar dikin! Em rê nadin ku jinên ciwan, ciwan û civak bi van amûrên şer ên hêzên paramîlîter û çeteyên hevkar bi jehrî bibin. Em ê îro jî mîna duh bi mezinkirina rêxistinbûna xwe ya jinan, li dijî kesên ku ev sûc kirine, dev ji têkoşîna xwe bernedin. Hûn ê nikaribin jiyana jinên ciwan tarî bikin. Ev çeteyên ku li Colemêrgê hatin eşkerekirin divê bên darizandin, ne Rabîa Onver."