12'yê Sibata 1983'yan: Jinan li Pakîstanê li dijî newekheviya darazê meşiyan

  • 09:14 12 Sibat 2022
  • Di Dîrokê De Îro
Li Pakistanê parêzer û aktîvistên mafên jinan li ber dadgehê kom bûn li dijî newekheviya darazê û dîktadoriya leşkerî meşiyan. Polîsan êrişê meşa jinan kir. Piştî çalakiya jinan êdî qanûnên zayendparêz neketin meriyete. 
 
1861: Lou Andreas-Salomê di 12’yê sibatê de li St. Petersburgê di nava malbatek yahûdî de hatiye dinê. Di temenê biçûk de zarokek a qural û qayîde nedinasiye. Li gel ku malbata wê nedipejirand ew dûrkeve jî di temenê 19 salî de diçe Zurihê û li wê perwerdeya teolojî, felsefe û hunerê dibîne. Di temenê 24 saliyê de dest bi nivîsê dike, 15 roman û 19 pirtûk jî di navê de gelek nivîs nivîsiye.
 
1870: Li Utah a eyaleta Amerîkayê qanûna nasandina bikaranîna mafê dengdayîna jinan hat qebûlkirin. Li gorî qanûnê jinên 21 salî û jortir dikarin deng bidin. Seraph Young bû jina yekem a Amerîkî ya ku deng bikar anî. Her wiha vê rojê 24 jin di hilbijartina herêmî de dengên xwe bikaranîn. 
 
1980: Muriel Rukeyser, bi naveroka helbestên xwe yên ji girêdan û heskirina jiyanê dagirtî û cesareta xwe îlham daye xwendekar û nivîskarên demê. Di nava xebata 50 salan de 16 cild helbest, sê biyografî, du roman, şeş pirtûkên zarokan û ceribandinek nivîsiye. Di Koleja Jinan Sarah Lawrence de mamostahî kiriye. 12’ê sibata an li New Yorkê jiyana xwe ji dest da. 
 
1983: Komeleya Parêzên Jin ên Pencapa Pakîstanê li dijî dîktadoriya Fermandar Muhammed Ziya-ul Hakê meşek li dar xistin. Nêzî 200 jin li ber dadgehê kombûn û li dijî newekheviya qanûnan çalakî li dar xistin û xwestin daxwazname pêşkeşî dadgeha bilind JRegal Chowktan Lahorê bikin. Vê demê polîsan êrişê çalakiya jinan kir. Cara yekem polîsan êrişê jinan kir. Ev meş hêz da rêxistinbûna jinan. Ji ber vê sedemê 12'yê Sibatê wekî Roja Jinên Netewî ya Pakistanê hat îlankirin. 
 
2017: Dîroknasa hunerê ya amerîkî û arkeolog Anna Marguerite McCann îro jiyana xwe ji dest da Di sala 1960’ê de der barê lêkolîna erkeolojiya di binê avê de bi ser ket. Li Amerîkayê yek jin bû ku di vê helê de bi ser ket. Derbarê hunera Roma û arkeolojiya klasîk de nîvis nivîsand. Hîn zanîngehê Amerîkayê de dersên dîroka hunerê û arkeolojiyê da. Di sala 1998’an de Xelata Madalyaya Zerîn girt. 
 
2019: Di şerê Vîetnamê de wêneya Kim Phuc Phan Pî bi navê “Keça Napalmê" Xelata Pulîzer ê girtibû. Kim Phuc Phan Pî jî layiqê Xelata Aştiyê ya Dresdenê hat dîtin. 
 
2019: Li Meksîkayê 152 wezîfedarên olî ji ber êrişa zayendî ya li hemberî zarokan ji kar hatin dûrxistin. Hinek ji wan hatin girtin û hinek ji wan jî ji kar hatin dûrxistin.