26'ê Çileya 2015'an: Kobanê ji DAÎŞ'ê hat paqijkirin

  • 09:32 26 Çile 2022
  • Di Dîrokê De Îro
 
Piştî serîhildana 4 mehan a li dijî çeteyên DAIŞ'ê di 26'ê çileya 2015'an de rizgarkirina Kobanê hat îlankirin. Rola jinên şervan ên di berxwedana Kobanê li cîhanê hêjayî pesindayinê hat dîtin. 
 
Hinek geşedanên di dîrokê de îro qewimîn wiha ne:
 
1892: Emerikayîya Afro ya yekem û yekem pîlota jin a Çermsor Bessie Coleman Atlanta li Teksasê ji dayik bû. 
 
1919: Li Polonyayê cara yekem 5 jin ji bo parlamentoyê hatin hilbijartin. Jinan salek berê mafê hilbijartinê bi dest xistibûn. 
 
1944: Şoreşgera jin a reşik a Emerikayî, fîlozof, humanîst û nivîskar  Angela Davis ji dayik bû. 
 
1977: Ji kovarên femînist ên Elmanyayê ya herî zêde tê zanîn û ji aliyê jinan ve dihat amadekirin û kovara siyasî ya bi tenê EMMA hat weşandin. 
 
2014: Hewildana Jinê ya ji bo Aştiyê (BIGK) Rapora Pêvajoya Çareseriyê parve kir. 
 
2015: Piştî serîhildana 4 mehî ya li dijî çeteyên DAIŞ'ê di 26'ê Çileya 2015'an de rizgarkirina Kobanê hat îlankirin. Rola jinên şervan ên di berxwedana Kobanê li cîhanê hêjayî pesindayinê hat dîtin. 
 
2016: Fermandara YPJ'ê Nesrîn Abdullah li Konseya Ewropayê ya  Strasburgê bi hêzên çep hevdîtin kir. 
 
2016: Hewildana Jinê ya ji bo Aştiyê (BIGK) ji bo 24 kesên di jêrzemînên Cizîra Şirnexê de terkî mirinê hatin kirin bigihêjin nexweşxaneyê li ser medyaya civakî dest bi çalakiyê kir. 
 
2018: Komeleya Piştgiriya ji bo Berendamên Jin  (KA.DER), di 17'ê Sibatê de ragihand ku ew ê dersên Dibistana Siyasetê ya Şîrin Tekel dest pê bikin. 
 
2019: Madeya zagona cezayê ya kurtaj asteng dikir li Elmanyayê bi çalakiyên hatin kirin hat protestokirin.