20'ê Çileya 2018'an: Êrişê Efrînê kirin

  • 09:11 20 Çile 2022
  • Di Dîrokê De Îro
Arteşa Tirkiyeyê û komên ku girêdayê tirkan 3 sal beriya niha îro êrişê Efrînê kirin. Di encama êrişan de bi dehan jin û zarok jiyana xwe ji dest dan. 
 
1874: Elizabeth Blackwell di cîhanê de bijişka jin a yekemîn ku wek mezûna zanîngeha Tibê xwediyê destûra bijişkiyê ye. Li ser nameya hevalek xwe ya tê de diyar kirî ger bijîşkek jin heba dê karîba hîn baştir derdê xwe bîne ziman jinekolojiyê dixwîne. Li Londrayê li ser beşa jinekolojî ya nû hatî vekirin û şagirtên keç qebûl dikir disekine û jin ji peyîwira wê kêfxweş dibûn.
 
1921: Stêrnasa Amerîkî Mary Watson Whitney li Massachusettesa Walthamê di 11'ê îlona 1847’an de hat dinê. 22 salan li ser vê mijarê rawestiya û 102 nivîsên wê yên zanyarî hatin weşandin. Mary 100 sal beriya niha jiyana xwe ji dest da. 
 
1944: Helbesvana lezbiyen Pat Parker (Patricia Cooks) îro hat dinê. Pat di nava malbatekî karker de mezin bû û hêj di biçûktiya xwe de dest bi nivîsandina helbestan kir. 
 
2018: Arteşa Tirkiyeyê û komên ku girêdayê tirkan 3 sal beriya niha îro êrişê Efrînê kirin. Di encama êrişan de bi dehan jin û zarok jiyana xwe ji dest dan. Piştî berxwedana 58 rojan welatiyên Efrînê ji hêla Rêxistina Xweser ve li wargehên Şehbayê hatin bi cihkirin. 
 
2020: Helîn Bolek a endama Koma Yorûm ê piştî greva birçîbûnê ya 213 rojan çalakiya xwe veguherand rojiya mirinê.