1'ê Çileya 2018'an: Jinan li ser medyaya civakî xwedî li Nevînê derketin

  • 09:40 1 Çile 2022
  • Di Dîrokê De Îro
 
 
Nevîn Yildirim ji bo xwe ji tecawizê biparêze tecawizkar Nurettîn Gîder kuşt. Cezayê Nevînê ya muebetê hat betalkirin. Jinan jî ji bo piştgiriyê bidin Nevîn e li ser medyaya civakî çalakiya '#BenDeNEVİN" da destpêkirin. 
 
2005: Di sala 1968'an de cara yekem siyasetmadarekî merîkî û reşîkî Shirley Anita Chislom di Kongreya Amerîkayê de cih girt. Di sala 1972'yan de jî ji bo serokdewleta Amerîkayê bû namzet. Shirley di 1'ê çileya 2005'an de jiyana xwe ji dest da. 
 
2007: Nivîskara femînist û amerîkî Tillie Lerner Olsen îro jiyana xwe ji dest da. Tillie gelek sekroran de xebitî û organîzatoriya sendîkayan dikir û her wiha siyasetê re jî eleqedar bû. Tillie, di sala 1934'an de romana xwe ya yekem a bi navê "Yonnondio' nivîsand. 
 
2014: Juanita Moore layiqê Xelata Akademî ya lîstîkvaniya jin hat dîtin. Juanita di 1'ê çileya 2014'an de jiyana xwe ji dest da. Juanita, di sala 1939'an de di fîlma "Wekî bayê derbas bû" xelata Oscarê girtibû.