13'ê Kanûna 2015: Li dijî reklama Profîlo ya zayendperest kampanyaya îmzeyê

  • 09:04 13 Kanûn 2021
  • Di Dîrokê De Îro
 
Erktolîa, di 2015'an de li dijî fîlmê reklama zayendperest a markaya Profîlo ku alavên elektronîk ên malê difirojê, bi dirûşma, "Karê malê tenê ne yê jina ye" kampanya îmzeyê da destpêkirin. 
 
Hin bûyerên girîng di dîrokê de wiha ne: 
 
2015: Erktolîa, li dijî fîlmê reklama zayendperest a markaya Profîlo ku alavên elektronîk ên malê difirojê, bi dirûşma, "Karê malê tenê ne yê jina ye" kampanya îmzeyê da destpêkirin û xwest ku ev fîlm ji weşanê bê rakirin.
 
2017: Li bajarokê Kumarkhalî yê li rojavayê Bangladeşê mela û 5 peywirdarên mizgeftê li dijî xebata jinan a li zeviyan ya piştî nimêja înê fetwa dan. Li ser vê fetvayê polîsan 6 kes binçav kirin. 
 
2017: Jinên Partiya Şoreşger a Tirkiyeyê, Encamnameya Konferansa Partiya Yekîtiya Şoreşgeran weşandin. Di encamnameya ku hat weşandin de banga têkoşînê li jinên ku bi KHK'ê ji kar hatin dûrxistin û qadên jiyanê li wan hatin tengkirin kir.  
 
2017: Komeleya Jinan a BîzBîzze ya Fikir û Piştevaniyê li Tirkieyeyê damezrandina xwe ragihand.
 
2018: Televîzyona Jinan Jin TV bi pêşengiya jinên kurd bi dirûşşma "Dengê jinê rûyê jiyanê" di 8'ê Adara 2018'an de dest bi weşana xwe ya testê kir û di 30'ê Hezrana 2018'an de jî li ser Nîlsatê dest bi weşana daîmî kir. 
 
2018: Piştî ku qeyûm tayînî şaredariya DBP'ê ya Bajarê Mezin a Amedê hat kirin zîhniyeta xizmeta zayenperest jî ket dewrê. Li wesayitên ku li nava bajêr gelaş kom dikirin wêneyê jinên ku tozê digirin hat pêvekirin û zîhniyeta zayendperest a qeyûm careke din xwe da der. 
 
2019: Parlamentera HDP'ê ya Qersê ya berê û Endama Dîwana KCD'ê Mulkiye Bîrtane a ku di 26'ê Mijdara 2018'an de li Amedê hat binçavkirin û girtin, di daneşîna xwe ya li li 4'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat tehliyekirin. 
 
2020: Jinên li ser medyaya civakî bersûcên destdirêjiyê teşhîr kirin wiha gotin:"Em li gel her jinên bêdeng namînin bin û em ê ji têkoşîna xwe gavê paşde neavêjin." 
 
2020: Li bajarê Sydneyê yê Avûsturyayê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk  (DKTM)  bi pêşengiya Komîteya Jinê tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şermezar kir. Di çalakiyê de hat gotin wê hesab ji îktidara AKP-MHP'ê bê pirsîn.