12'ê Kanûna 2014: Abdullah Ocalan ji Ezidiyan re peyam şand

  • 10:24 12 Kanûn 2021
  • Di Dîrokê De Îro
 
Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, ji Civka Êzidî û sazyên wê re peyam şand. Abdullah Ocalan di peyama xwe de bal kişand ser qirkirina li Şengalê pêk hat û got, "Jinên êzidî ku rehîn hatin girtin û li bazaran wekî kole kirin bazarê, penabertiya di şertên zoar û zahmet de û cîh û warên pîroz ku tê xwestin bi erdê re bibin yek, pêdiviya bi hêza cewherî û rêveberiya cewherî bi hemû aliyên wê li ber çavan radixe."
 
Hin bûyerên ku îro di dîrokê de qewimîne wiha ne:
 
2015: Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê ji malbata Dilek Dogana hat qetilkirin bi îdiaya "mukavemeta li memûr" lêpirsîn da destpêkirin. 
  
2018: Bi armanca piştgiriya ji bo greva birçîbûnê ya Leyla Guven li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dabû destpêkirin li avahiya HDP'ê ya Amedê gelek kesî dest bi greva birçîbûnê kiribûn. Polîsa êrişî çalakgerên çalakiya gireva birçîbûnê kirin. 50 kesên ketibûn greva birçîbûnê hatin binçavkirin. Rêxistina HDP'ê bang li gel kir ku bê ber avahiya HDP'ê. 
  
2019: Jinan li Guvenparka Enqereyê xwestin piştigiriyê bidin reqsa "Las Tesisê" ya jinên Şiliya Emerikaya Başûr li dijî destdirêjî û tecawizê dabûn destpêkirin lê belê polîsan êrişî jinan kirin. Di êrişan de 8 kes hatin binçavkirin.